Komên ulkucî yên di bin navê “dilxwazên" AFAD’ê de çûne navçeya Bazarcixê ya ser bi Mereşê, dest bi şêlandina mexdûrên erdhejê kirin. Ulkuciyan 2 hezar û 350 Euro û 16 zêrên tam ên mexdûra erdhejê Asiye Kuşne bi zorê jê stendin.

Bazarcix navenda erdheja mezin  a bi şideta 7.7 a 6´ê Sibatê ye. Li navçeyê bi sedan avahî hilweşiyayî ne û ti avahiyeke ku xesar negihiştibiyê, nemaye. Nûçegihanên rojnameya Xwebûnê, Kadrî Esen û Bîlal Gezer dan zanîn ku endamên ocaxên ulkuciyan yanî faşîstên Tirk di bin navê "dilxwazên” AFAD’ê de çûne Bazarcixê û dest bi şêlandin mexdûrên erdhejê kirine.

Li taxa Fatîhê ya Bazarcixê, Asiye Kuşne bi tena serê xwe dimîne. Xesareke mezin gihîştiye mala wê û neçar e ji malê derkeve. Komeke faşîstên Tirk ên ulkucî ew şêlandin. 

Kuşne wiha behsa bûyerê dike: “Dema ku erdhej çêbû, em derketin derve. Li derve qiyamet bû. Ez hatim avahiya ku dayik û bavê min lê diman û min ew derxistin derve. Piştre em ketin wesayîtan û wisa me xwe ji sermayê parast.

Pere û zêrên min li malê hebûn, ji bo ku wan bigirim min biryar da ku biçim malê û wan derxim. Dema ku ez ber bi malê xwe ve diçum di rê de 4 kesên ku êlekên ocaxên ulkuciyan li wan bûn liqayî min hatin. Destpêkê gotin neçe xetere ye. Lê dema ku min behsa pere û zêran kir yekî ji wan jî da pey min û ew jî hat mala min. Dema ku min pere û zêrê xwe derxist, wî 2 hezar û 350 Euro ji min stendin. 16 zêrên tam û çaryekek min jî hebûn. Min got ez nadim, lê ew jî ji min stendin û xwest, ez ji kesî re nebêjim.”

Kuşne ji bo gilî çûye cem polêsan jî, lê jê re nebûne alîkar û ew şandine qaymeqamiya Bazarcixê.

XWEBÛN/MEREŞ