Ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) bang li rêveberiya Berlînê kir ku hêza paramîlîter a dewleta Tirk 'Ulkucu' qedexe bike.
Faşîstên Tirk ku xwe bi navê Ulkucu yan jî Bozkûrt (Gurên Boz) bi rêxistin dikin û li dijî Kurdan, Ermenan û Yahûdiyan êrişan dikin, ev demeke di rojeva welatên Ewropayê de ne. Ji ber êrişên li dijî Ermenan, Fransayê ev komên nijadperest qedexe kir. Di Mijdarê de li Elmanyayê jî pêşnûme qanûnek a ku Tevgera Ulkucuyan qedexe dike, li Meclîsa Federal hatibû qebûlkirin.
Li gel qebûlkirina vê pêşnûmeyê jî Wezareta Karê Hundir a Elman di qedexekirina vê koma faşîst a Tirk de xwe sist dike. Di serî de Partiya Çep, Partiya Demokratên Azad û Partiya Keskan eniya muxalefetê rexneyên tund li vê yekê dikin. Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) nivîseke banga li hikumeta Merkel weşand.
Nûçegihanê eyaleta NRW ê rojnameyê Reîner Bûrger nivîs weşand û di gotara xwe de qala metirsiya komên neteweperestên Tirk li ser azadî û demokrasiya li Ewrûpayê kir. Bûrger xwest ku ev kom bên qedexekirin. Di nivîsa bi sernavê "Êdî qedexe bikin" de qala metirsiya komên rastgiriya tund li ser demokrasiyê hate kirin.
Di nivîsê de xemsariya hikumetê hate rexnekirin û li gel bîrxistina bûyerên tundiyê yên koma Ulkucuyan li Elmanyayê, hate ragihandin ku di sala 1980'î de sendîkavanekî Tirk ji aliyê Ulkucuyan ve hatiyê kuştin.
ANF/FRANKFURT