• Ji bo qedexekirina xebatên komeleyên têkildarî Tevgera Gurên Boz a nijadperestên Tirk, du pêşnûmayên qanûnan ên cihê, pêşkêşî Meclîsa Federal hatin kirin.

Piştî Fransayê, Elmanya jî xwe amade dike ku hêza paramîlîter a dewleta Tirk a bi navê Tevgera Gurên Boz qedexe bike. Pêşnûmayên qanûnan ên partiyên desthilatdarî û mixalefetê ya li dijî Tevgera Gurên Boz îro li Meclîsa Federal a Elman tê nîqaşkirin.

Ji bo qedexekirina xebatên komeleyên têkildarî Tevgera Gurên Boz a nijadperestên Tirk, du pêşnûmayên qanûnan ên cihê, pêşkêşî Meclîsa Federal hatin kirin. Partiya Çep (Die Linke) yek ji van pêşnûmayan daye. Û partiyên hikûmetê jî yeke din amade kirine. Partiyên koalîsyona hikûmetê, yanî CDU/CSU, SPD xwediyê pêşnûmaya duyem in, û Partiya Keskan û FDP (Partiya Lîberal) jî piştgiriyê didinê.

Li gorî agahiyên ji nêzî Partiya Çep, dibe ku her du pêşnûma jî bibin yek. Partiya Çep dixwaze ku di çarçoveya têkoşîna li dijî komên nijadperest ên Tirk de tevdîrên tund werin girtin.
Di pêşniyaza Partiya Çep de 8 xal hene. Ew dixwaze ku hemû sembol, komele û xebatên elaqedarî Tevgera Gurên Boz werin qedexekirin û piştgiriya bi kesên Tevgera Gurên Boz gefê li wan dixwe jî zêde bibe. Pêşnûmayê wekî din dixwaze, endamên Tevgera Gurên Boz werin şopandin û dadgehkirin.

Pêşnûmaya duyemîn a partiyên hikûmetê jî qala tehlûkeyên ji ber fikra Tevgera Gurên Boz dike. Ew jî doza tevdîrên tund dike û dixwaze xebatên komeleyên li gorî qanûnan tevnagerin jî werin qedexekirin.

Tevgera Gurên Boz ên li Elmanyayê di bin navê Federasyona Komeleyên Tirkên Nijadperest ên Demokratîk a Elmanyayê (ADUTDF) xwe bi rêxistin kiriye. Li gorî daneyên fermî 170 komele endamên vê federasyonê ne û bi giştî 7 hezar endamên wan hene. Li gorî saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ev hejmar ji 10 hezaran zêdetir e.
Beriya bi mehekê hikûmeta Fransî tevgera nijadperestên Tirk qedexe kiribû.

BERLÎN