• Derkete holê li gel van tevdîran jî faşîstên Tirk van rojên dawî li Elmanyayê li djî Ermenan gelek nameyên gefxwarinê şandine.

Van demên dawî nijadperestên Tirk ku bi navê ‘’Ulkuculer’’ û ‘’Bozkurtlar’’ bi rêxistinî bûne, gefan li ewlehiya Ewrûpayê dixwin.

Rêxistina bi navê ’Ulkucu’ ya weke hêza paramîlîter a AKP-MHP’ê ye û tevlî gelek rûdanên êriş û şîddetê dibe, 29’ê Cotmeha 2020’an li bajarê Dîjonê ya Fransayê piştî êrişên lîncê yên li ser Ermenan rêveberiya Parîsê qedexe li ser van koman danîbû.

Her wiha 18’ê Mijdarê CDU/CSU (Partiyên Yekîtiya Xiristiyan) ku li Elmanyayê hikûmetê pêk tînin û Partiya Demokratên Sosyal (SPD), Partiya Keskan û Partiya Demokratên Hur (FDP) jî ji bo qedexekirina Tevgera Ulkucu pêşnûmeya yasayê li Meclîsa Federal qebûl kiribû.

Derkete holê li gel van tevdîran jî faşîstên Tirk van rojên dawî li Elmanyayê li djî Ermenan gelek nameyên gefxwarinê şandine.
Li gorî nûçeya rojnameya Dîe Welt ku li Elmanyayê rojana weşanê dike, herî zêde li Hanu, Osnabrûck û Hambûrgê gefa kuştinê li Ermenan xwarine û ji wan re name şandine.

Bi taybetî piştî şerê di navbeyna Azerbaycanê û Ermenîstanê de nameyên geflexwarinê yên nijadperestên Tirk zêde bûne.

ANF/KOLN