Gurên Boz ên CDU´yê

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 1 Adar 2023 - 03:13

  • CDU ya NRW´ê ji bo çend dengên nijadperestên Tirk di nava partiya xwe de cih didin Gurên Boz. Josef Kraus nîşan dide ku piştî skandala Tansel Çiftçî jî CDU´yê hîna xwe ji Gurên Boz qut nekiriye.

REWŞAN DENIZ / DUSSELDORF

Rojnamevan, mamoste û psîkolog Josef Kraus ji weşana Tichys Einblickê re dosyayeke berfireh li ser peywendiyên rêxistina CDU´yê ya li eyaleta Elmanyayê Nordrhein-Westfalenê (NRW) amade kiriye. Ev dosyaya di vê weşana lîberal a Elman de paşê di weşanên weke Walstreet:Online de jî hat weşandin. Divê dosyayê de tesbîta “CDU ya NRW´ê peywendiyên xwe bi Gurên Boz re dewam dike.” 

Nivîskar bi bîr dixe ku berê gelek bûyerên skandal ên têkiliyên “CDU ya NRW´ê bi rêxistina tundraw û rastgir Gurên Boz re” deketibûn holê, lê tevî vê jî CDU li vê eyaleta ku lê hikûmet e, peywendiyên xwe bi Gurên Boz re dewam dike.

Fransayê sala 2020´an Gurên Boz qedexe kiribû. Sala 2019´an jî Awusturayayê bikaranîna nîşan û sembolên wan qedexe kiribû. Li Elmanyayê bi xwe, ji sala 2020´an ve minaqeşeyên li ser qedexekirina Gurên Boz tên kirin, lê heta niha ti gav nehatiye avêtin. 

Newêre navê Gurên Boz bi xirabî hilde

Josef Kraus bi bîr dixe ku CDU ya NRW´ê bi îhtîmam naxwaze navê Gurên Boz bi xirabî hilde. Ew nimûneya sala 2014´an tîne, çawa di biryara fermî de ji bo navê Gurên Boz neyê bicihkirin, rêveberiya wê hewl daye. Hingê lazim bû NRW ya CDU´yê li ser endamên Gurên Boz ên ku di heman demê de dibûn endamê CDU´yê biryar bidana. Li şûna ku navê Gurên Boz bi xirabî bê hildan, CDU ya NRW´ê Tîrmeha 2014´an ev formulasyon bi kar anî: “Nabe ku endamekî CDU´yê bibe endamê rêxistineke welê, ya ku armanca wê armancên CDU´yê û xebata pêkanîna wan qebûl nake”…

Di Kanûna 2016´an de di kongreya li Essenê ya CDU ya NRW´ê de ji ber ku serokwezîrê eyaleta NRW´ê yê hingê û serokê rêxistina CDU ya eyaletê Armin Laschet li ber rabû, dîsa navê Gurên Boz bi xirabî nehat hildan. 

Skandala Tansel Çiftçî

Josef Kraus skandala serokê komeleya mizgefteke DITIB´ê ya li Neussê Tansel Çiftçî ji bîr nake. Ew dibêje, “Bi salan, heta Çileyê 2023´yan Tansel Çiftçî endamê CDU´yê bû û bi xêra CDU´yê di siyaseta komunal de erkdar jî bû. Ew serokê komeleya mizgefta Yunus-Emre ya Neussê ye. Ev mizgeft yek ji mizgeftên DITIB´ê ye. DITIB jî girêdayê Serokatiya Diyanetê ya Tirk e.

Çapemeniya cihê ji sala 2014´an ve nûçeyan li ser wê yekê çêdike ku endamê CDU´yê Tansel Çiftçî nêzîkî Gurên Boz e. Mizgefta Yunus-Emre di heman demê de ser bi ADÜTDF´ê yanî Federasyona Komeleyên Ulkucuyên Tirk li Elmanyayê ye. Ji ber ku ser bi derdora Gurên Boz e jî meqamên îstixbarata Elman wê dişopînin. Çiftçî ji herî kêm sala 2015´an ve serokê komeleyên ADÜTDF yên herêma Dusseldorf, aliyê çepê yê Niederrhein, deverên Bergische Land û devera Rheinstrecke heta bi Bonnê ye.”

Ji bo AKP-MHP´ê kampanya

Rojnameya me jî navê Tansel Çiftçî hildabû, ji ber ku wî parlamenterê AKP´ê Mustafa Açikgöz vexwendibû û wî 13´ê Çileya 2023´yan li mizgefta Yunus-Emre ya Neussê gef li Kurdan û muxalifan xwaribûn. Di vîdeoya li ser wê axaftina kîna li dijî Kurdan de eşkere xuya dikir ka çawa Tansel Çiftçî bi çepikên xurt destekê dide vê gefxwarina li Kurdan û muxalifan. Vê vîdeoyê di dawiya dawî de karî zextê li CDU ya NRW´ê û li Çiftçî bike ku serê Sibatê ji CDU´yê îstîfa bike. Pê re wezîfeya wê ya di siyaseta komunal a li ser navê CDU´yê jî bi dawî bû. 

Ne yek û ne didu ne

Lê di nava CDU´yê de ne yek û ne didu nijadperestên Tirk hene. Josef Kraus navê Şevket Avci hildide. Ew ji sala 2020´an ve endamê meclîsa şaredariyê ya bajarê Duisburgê ye û ji CDU´yê hatiye hilbijartin. Li ser navê CDU´yê di gelek komîsyonan de jî cih digire. Josef Kraus dibêje, “Ji sala 2014´an ve li ser nêzîkatiya li Gurên Boz a Sevket Avci guman hebûn. Wêneyên Avci li civînên Gurên Boz dihatin belavkirin. Li ser pirsa me, Serokê rêxistina eyaletê yê CDU´yê yê hingê Armin Laschet îdîa kir ku Gurên Boz ji CDU´yê tên avêtin.”

Lê ev îdîaya Armin Laschet bi mînaka parlamenterê eyaletê yê CDU´yê Dr. Jörg Geerlings pûç dibe. Lewma di dema kampanyaya hilbijartinê ya Nîsana 2022´yan de li mizgeft û derdorên Gurên Boz de ew jî di fitaran de hazir bû. Hevalê Geerlings ê di nava CDU´yê de Yaşar Çalik e; wî 29´ê Nîsana 2022´yan wêneyên xwe û Gerlings ên serdana mekanekî Gurên Boz parve kirin. Geerlings hingê îdîa kir ku wî ew alayên Gurên Boz nedîtine. 

Gurên di postê miyan de

Josef Kraus dibêje, CDU hay ji Gurên Boz heye, lê ji bo rêveberiya gelek bajaran ji bo dengên lazim bi dest bixe, xwe li ber çavên nijadperestên Tirk şîrîn dike. Sedem jî ew e ku weke li Meclîsa Şaredariyê ya Neussê pirraniyê bi dest bixe. Ew hevkariya li gel DITIB´ê jî di heman çarçoveyê de dibîne. Ew dixwaze di nava CDU´yê de êdî ji dil minaqeşe bê kirin li ser nêzîkatiya li Gurên Boz û ev minaqeşe rê li ber guherînê vekin, lewma dewra Laschet a di CDU ya NRW´ê de jî bi dawî bûye.

Bi ya wî mesele ne tenê CDU ye. Nimûneya xelatdayîna Gura Boz Canan Durna jî balkêş e ji bo vê yekê. Şaredara bajarê mezin Kolnê Henriette Reker (serbixwe) havîna 2022´yan ji ber alîkariya bi kesên bê mal re “Xelata Jiyana bi hev re û demokrasiyê” dabû Canan Durna. Josef Kraus Durna weke “Gurên di postê miyan de” bi nav dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.