- Mehmûd Osman ji bo hilbijartina 14´ê Gulanê ya li tirkiyeyê dibêje, “Ew ê bandorê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike. Bandoreke erênî wê ji bo temamê Kurdan û Rojhilata Navîn jî hebe.”
Siyasetvan Dr, Mehmûd Osman li ser giringiya hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiye, û hilweşandina desthilata Erdogan ji Rojnewsê re peyivî.
Mehmûd Osman derbarê cudabûna vê hilbijartinê û hilbijartinên beriya vê de got, “Di vê hilbijartinê de dijberên AKP’ê zêdetir in. Îhtîmal heye ku guhertin çêbin. Çend car e, em dibihîsin Kemal Kiliçdaroglu dibêje, ew şer naxwazin û ew ê şer bisekinînin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd bi şer çareser nabe û divê li parlamenê çareser bibe. Ev fikreke nû ye û ji fikra Erdogan ê alîgirê şer, cuda ye.”
Pêvajoyeke aştiyê mumkin e
Dr. Mehmûd Osman derbarê pêvajoyeke aştiyê ya muhtemel de jî got, “Li gorî tiştên em ji Kiliçdaroglû û dijberên AKP’ê dibihîsin, îhtîmala wê yekê heye. Ji ber ku dibêjin, divê pirsgirêka Kurd li parlamentê çareser bibe. Ji van gotinên wan diyar dibe ku bernameyeke wan a siyasî heye. Her çiqas siyaseta xwe ya li hemberî Kurdan eşkere nekirine, ka wê çi bikin û çawa bikin. Lê cudahiyeke mezin di navbera wan û Erdogan de heye.”
Piştgiriya Partiya Çep a Kesk bikin
Mehmûd Osman, qala piştgiriya xelkê Başûrê Kurdistanê ya ji bo Partiya Çep a Kesk kir û got, “Piştgiriya Partiya Çep a Kesk gelek giring e. Ger li Tirkiye rewşeke demokrasiyê derkeve pêş, wê hem ji bo Kurdan hem jî ji bo her kesê baş be. Li gorî min giring e ku Başûrê Kurdistanê piştgiriya HDP’ê û Kiliçdaroglu bike.”
Ew ê bandorê li Kurdistanê bike
Dr. Mehmûd Osman li ser bandora hilbijartinê li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî got, “Ev hilbijartin wê bandorê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike. Ji ber ku Erdogan li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê şer dike. Rojhilat hinekî ji Erdogan dûr e, lê li gel rejîma Îranê li dijî Kurdên Rojhilat e jî, ji ber wê, ew ê bandora xwe li wê derê jî bike. Li gorî min, nemana hikûmeta Erdogan wê bandoreke erênî ji bo Kurdan bi giştî hebe.”
Mehmûd Osman got, çûna Erdogan wê bandorê li ser siyaseta Rojhilata Navîn jî bike: “Ji ber ku Erdogan li Lîbya û Sûriyê destwerdanê dike. Demeke dirêj li dijî Misrê bû, niha jî dixwaze pê re li hev bike. Gelek caran destwerdana karûbarên Yewnanistan û Qibrisê dike. Li Rojhilata Navîn kes piştgiriya van destwerdanên Erdogan nake. Ji ber wê, bi çûna desthilata Erdogan re, wê bandoreke erênî çêbe.
Erdogan li dijî Kurdan şer kir
Mehmûd Osman da zanîn ku hin aliyên ku piştgiriyê didin Erdogan hene û got, “Ev zilam şerxwaz e û hertim şer li dijî Kurdan kiriye. Wî ferq nexistiye navbera Kurdan, li her derê şerê Kurdan dike û Kurdan dikuje. Ji bo wê, ez li dijî wê yekê me ku piştgiriya Erdogan û hikûmeta wî were kirin.
Mehmûd Osman derbarê siyaseta DYE û Ewrûpa ya Tirkiyê de jî got, “Baweriya min bi Emerîkayê nayê. Siyaseta wan her tim li dijî Kurdan e û her tim alîgirên Erdogan bûn. Bawerî bi wan nayê. Li gorî min siyaseta Emerîka û Ewrûpayê li gorî kesan naguhere.”
Divê Kurd yekgirtî bin
Dr. Mehmûd Osman derbarê helwêsta gelê Kurd a di vê pêvajoyê de jî got, “Ev hilbijartin hebe yan jî nebe, divê Kurd yekgirtina xwe çêkin. Li gorî min, divê Kurd hemû bi hev re wisa bikin ku guhertin li Tirkiyê çêbe. AKP û hikûmeta wê careke din neyên ser desthilatê. Ez piştgiriya siyaseta HDP’ê dikim. Hêviya min ew e ku zêdetir bixebitin. Divê hewldanên cidîtir hebin da ku pirsgirêka Kurd bi aştiyê çareser bibe û Abdullah Ocalan jî azad bibe.”
NAVENDA NÛÇEYAN