Erd û esman bi ‘Bijî serok Apo’ hejiya
Şemî 30 Mijdar 2024 - 02:45
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hatibû destpêkirin didome. Di çarçoveya kampanyayê de 16’ê Mijdarê li Koln a Almanyayê tevlibûna sedhezaran kesî mîtîng û meş pêk hat. Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Kezban Dogan der barê kampanya ku derbasî asta sêyemîn bûye de nirxandin kir.
Kezban Dogan bal bire ser meş û mîtînga ku bi tevlibûna sedhezaran kesî li Koln a Almanyayê pêk hatiye û got:“10’ê Cotmeha 2023’yan de di çarçoveya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statuya siyasî’ hat destpêkirin. Asta yekemîn a pêngavê di 17’ê Sibatê de li Kolnê bi meş û mîtîngek mezin encam bû. Asta duyemîn jî di 16’ê Mijdarê de bi meş û mîtîngê fînala xwe kir. Li gorî 17’ê Sibatê tevlibûn zêdetir bû. Di mîtîngê de bi peyamên dostên Kurdan derket holê ku Abdullah Ocalan ne tenê rêberê Gelê Kurd yê cîhanê ye. Nûnerê ji tevgera Tamîl, diyar kir ku ji navê Abdullah Ocalan ditirsin ji ber vê qedexekirin û got Abdullah Ocalan bûye hêviya gelan. Dema Omer Ocalan derket ser dikê erd û esman bi dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ hejiya. Gel vê dizane, tecrîd nehatiye şikandin. Peyma Rêber Apo pir zelal girtine.” Kezban Dogan der barê ku çima mîtîng li Koln a Almanyayê pêk anîne de axivî:“Koln yek ji navenda me ya dîasporayê ya têkoşîna rizgariya me ye. Tevgera çandê ‘Hunerkom’ li Kolnê hat avakirin. Yekemîn Tevgera Jinan a Kurdistanê YCWK li Almanyayê hat avakirin. Lê dema em dinêrin Almanya piştî Îngîlîstanê welatê herî zêde bi Tirkiyeyê re tevdigere û rola wê ya di qirkirina li ser Kurdan de pir zêdeye. 26’ê Mijdara 1993’yan de PKK qedexe kir û ev derxist asta herî jor. Ji ber vê em çalakiyên xwe li wir pêk tînin.”
Pêngav derbasî asta sêyemîn bû
Kezbanê anî ziman ku kampanya derbasî asta sêyemîn bûye û got:“Kampanya di asta duyemîn de bi nameyên ku ji konseya Ewropayê re dewleta Tirk û CPT re hatin şandin gihişt hedefa xwe û gerdunî bû. Di asta sêyemîn de hedefa me ev e ku azadiya fîzîkî ya serokatiyê pêk bê. Em dixwazin xeleka zincîra azadiyê ya li dora Rêber Apo berfireh bikin û vê li hemû cîhanê belav bikin.”
Kampanyaya ‘Tîrêjên Rojê’
Kezban Dogan herî dawî balkişand ser kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ ya wek TJK-E dane destpêkirin û wiha domand: “Em bi kampanyayê dixwazin fikrên Abdullah Ocalan li gelên cîhanê belav bikin. Ji çalakiyên pêngavê re dîsa jin pêşengiyê dikin. Me kampanya namzeyan da destpêkirin. Em derî bi derî geriyan. Me fesefeya Rêber Apo vegot. Armanca me her kes xwe bigihîne vê felsefeyê. Li her cihê ku tecgera jinê bi rêxistin be, em ê bi çalakî, rê û rêbazên cuda berbi hedefê bimeşin.”
JINNEWS/ROZERÎN GULTEKÎN