Entegrasyon helandin nîne

Duşem 15 Kanûn 2025 - 02:45

Endama Fermandariya Giştî ya QSD û YPJ’ê Sozdar Hacî anî ziman ku QSD bêyî cudahiya etnîkî û olî bixe nava pêkhateyan, ji bo parastina hemû Sûriyeyiyan bi berpirsyariyeke neteweyî tevdigere. Fermandar Sozdar Hacî ji ANF'ê re ev nirxandin kir:

"Salek li ser hilweşandina rejîma BAAS’ê ya ku di şexsê her du Esadan de hatibû çêkirin, derbas bû. Tevahî gelên Sûriyê ji êş, azar û helandineke gelek mezin rizgar bûn. Mirov dikare bibêje xelasbûna ji rejîmeke ewqas înkarker û desthilatdar, rojekî xweşiyê bû. Ji ber ku ev 60 sal in wekî gelê Kurd û gelên din yên ku li vir jiyan dikin, di bin zextekî mezin de jiyan kirin. Înkara nasname û hebûna me hebû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilweşîna rejîma BAAS’ê ji 2011’an ve pêk hatibû. Ji ber ku em êdî bibûn xwedî rewşeke jiyanê yê azadtir, demokratîk û hîn zêdetir nûnertiya xwe dike. Ango weke gelê Kurd, gelê Ereb, Sûryan, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û tevahî gelên ku li ser vê axê jiyan dikin bûbûn xwedî nasnameyekî. Bêyî ku cudahî hebe, bi ziman, çand û baweriya xwe, bi rengekî gelek azad van 12-13 salan derbas kir. Tişta esas a sala derbasbûyî pêk hat ji bo gelên me yên li herêmên din ên Sûriyê jiyan dikin, xwe xilaskirinekî ji sîstema desthilatdariyeke pir dijwar e. Li ser vî esasî ez dîsa têkçûyîna vê sîstemê li tevahî gelên me yên ku li Sûriyê jiyan dikin, ji Heleb, Humis, beravê, Şamê, Siwêda bigire û tevahî li herêmên me yên din û li gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pîroz dikim. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji serê salê ve heta tifaqiya 10’ê Adarê, êrîşên pir dijwar ên ji aliyê pergala ku xwe weke ‘hikûmeta vegûhêz’ binav dike ve û bi alîkariya dewleta Tirk û çeteyên wî, li ser herêmên me hatin kirin. Berxwedaniyekî dîrokî heye. Ez tevahî şehîdan bi bîr tînim. Ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazim.

Berxwedaneke mezin hate nîşandan

Em bi vê berxwedaniyê helwesta xwe ya ku em naxwazin ji pergalekî serdest xilas bibin û bikevin destê pergalekî xiraptir, nîşan didin. Ji ber vê yekê destguhertinekî bi vî awayî ya desthilatdariyê ji bo me nabe. Ji bo gelê me jî nedibû û gel jî kete ferqa vê yekê. Hêzên me, weke QSD, weke Hêzên Hundirîn, ango hêzên leşkerî, bûn xwedî berxwedaneke gelekî mezin. Lê gelên me yên ku li beravê, li Siwêdayê, li Humisê, li Hamayê jiyan dikin û her wiha tevahî gelên me yên ku li cihên din ên Sûriyê jiyan dikin, bi êrîşên pir dijwar re rû bi rû man. Bi pêkanînên dij mirovî, qetlîam li ser gelê me yê Sûriyê hatin kirin. Çi ji pêkhateyên Elewî dibe, çi jî ji pêkhateyên me yên li Siwêdayê jiyan dikin ên wekî Durzî dibin, her wiha pêkhateyên me yên Sunî û Kurd, gelek tiştên xirap hatin serê van gelên me. Em ji bo wan sersaxiyê dixwazin û em vê bibêjin; guhertinekî pir cudatir çênebû. Tişta ku mirov ji vê derbixe, ger sîstem demokratîk nebe, sîstema dewletê desthilatdarî be, ger ku navendî be, di aliyê bîrdozî û zîhniyetê de xwe neguhere, wê heman rewş hebe. Ha te bi navê dewleta laîk kir û te heman tişt anî serê gelê xwe, ha te bi navê sosyalîzmê kir û heman tişt anî ser gelê xwe, ha te bi navê ol kir û heman tişt anî ser gelê xwe; di encamê de yên ku di vê salê de hate perçiqandin, yên ku ji êşan, ji komkujiyan derbas bûn, gelên bêguneh bûn. Tiştek nehat guhertin. Em dikarin bi vî awayî bi nav bikin.

Divê hemû pekhate cih bigrin

Lê weke QSD di vê salê de tifaqekî me yê ku di 10’ê Adarê de pêk hatî heye û gelek xalên vê tifaqê hene ku hewce ye werin pêkanîn û herkes jî vê yekê dibêje. Lê di aliyê pêkanîna wê de nîqaşên wekî ku em vê dereng dixînin an jî hikumeta niha dereng dixîne heye, ev tê nîqaşkirin. Kî dereng dixe tiştekî din e. Lê gelo di xalên wê de, di pêkanîna wê de tiştekî ku hatiye guhertin heye yan na? Di 10’ê Adarê de ev tifaq ji aliyê Fermandarê me yê Giştî Birêz Mezlûm Ebdî û ji aliyê Ehmed El Şera yê ku niha Serokê hikûmeta vegûhêz a Sûriyê ye ve hate îmzekirin. Xalên pir girîng ên vê tifaqê hene, rast e. Di xala yekemîn de; tê gotin ku dewlet û hikûmeteke hevbeş çêbe, wê herkes di wê hikûmetê de cihê xwe bigire û bi rengekî herî baş were temsîlkirin. Beyî ku tu ol, nijad û netewe were cudakirin wê mafê xwe yê temsîlkirinê bi rengekî herî baş ji bo hemû pêkhateyan hebe. Her wiha ji bo gelê Kurd mafê hemwelatiyeke rast a Sûriyê û di destûrê de cihê xwe bigire, heye.

Em ti cudahiyê nakin

Di aliyê ziman, çandî û hwd de mafên hemwelatiyekî çi be, wê wekî hemwelatiyekî Kurd jî ev maf bê naskirin. Beriya ku em Sûriyeyî bin em Kurd in, em nikarin netewa xwe înkar bikin! Em ji bo bibin Sûriyeyî, em ne neçar in bibin Ereb, an jî kesek ji bo bibe Sûriyeyî ne mecbûre baweriya xwe bibe Sunî. Dikare Elewî be, dikare Xiristiyan be, dikare Aşûrî be û dikare Ermenî be! Rêza me ji tevahî gelan re heye. Di aliyê me de tu cudakarî nîn e. Ji ber ku weke hêzên QSD’ê, me soza vê ji tevahî gelên xwe re daye; heger ku êrîşek an jî xeteriyek li ser pêkhateyekî hebe, li her derê Sûriyê, ji ber ku em Sûriyeyî ne, em ê parastina tevahî axa Sûriyê bikin, em amade ne wan biparêzin. Bêyî ku em di navbera wan de cudakariyê bikin.

Hêza me ya parastinê heye

Gelek tişt çêbûn li Sûriyê û pêdivî hebû ku em bi rengekî herî rast destwerdanê bikin. Bi rengekî dadwerî tê de hebe, bi rengekî hesabê pêkhateyên din were kirin û li ser wê were sekinandin. Lê ji ber van sînorên ku dewletê avakirine yên heyî, me nekarî van gelan ji komkujiyan xilas bikin. Lê heger tişta ku niha tê axaftin pêk were, weke QSD em amade ne bibin bersiva tevahî êrîşên li hember gelên Sûriyê tên kirin. Me li Beravê û Siwêdayê êrîşên pir dijwar li ser gel dîtin. Li Şamê di hundirê Dêra Mar Îlyas de êrîşeke DAÎŞ’ê ya hovane hate kirin. Em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê Mesihî re jî dixwazin. Hêza me heye ku em van êrîşan asteng bikin. Ev nêzî 13-14 sal in, êrîşên DAÎŞ û êrîşên ku li ser gelê me û tevahî pêkhateyan tê kirin hatin sekinandin, tecrûbeyekî gelekî mezin e. Em bûn xwedî nêzî 14-15 hezar şehîd li ser vê axê ji bo ku bikaribin tevahî pêkhateyan biparêzin. Ango weke QSD em temsîla tevahî gelan dikin.

QSD temsîla hemû gelan e

Hinek diaxivin li ser ragihandinê ku têkiliyên xwe bi leşkeriyê re jî nîn in, têkiliyên xwe bi kedê re nîn in û êrîşî QSD’ê dikin. Dibêjin ku ‘QSD temsîla Bakûr û Rojhilatê Sûriyê nake yan jî QSD tenê temsîla Kurdan dike’, hetta hinek hene dibêjin ‘QSD Kurdan jî temsîl nake’. Bersiveke bi vî awayî ji wan re pêwîst e: QSD, hêzekî ku ji tevahî pêkhateyên li ser vê axê jiyan dikin ava bûye. Belê, rast e, hêzên destpêkê li warên ku Kurd lê dijiyan derket û destpê kir, lê ji ber hişmendî û felsefeya me ya parastinê ne pêkan e ku tenê ji qadekî yan jî tenê ji pêkhateyekî bigire nava xwe pêk were. Ji ber vê QSD niha nêzî ji 70 hezar jin û xortên vî gelî pêk tê û ji hemû pêkhateyan kes cihên xwe tê de digirin. Ne tenê ji gelê me yê ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî jiyan dike, ji gelê me yê Îdlibê ku ji ber ber zilma dewletê revî û gelê me yê Efrînê ku ji ber zilma heyî revî û her weha ji Helebê, Şamê gelek mirov di nava QSD’ê de cihê xwe digirin û bûne yek ji endamên hêza parastina gel. Ji bo wê em dikarin bêjin em temsîla hemû pêkhateyên Sûrî dikin û em amade ne îro parastina hemû pêkhateyan bikin bêyî ku cudakariyê bikin. Ji bo pêkhatina vê tifaqê em amade ne hemû bendên vê tifaqê bi rengekî herî rast, bi rengekî demokratîk pêk bînin.

Em helandinê qebûl nakin

Heger wê hemû pêkhateyan di nav xwe de bihelîne em vê yekê napejirînin û heger bi rengê şerîatê be û bi rengê yek alî be, em dîsa vê yekê napejirînin. Jixwe me ev yek ji herkesî re daye diyarkirin û dostên me vêya pir baş dizanin. Ji ber vê em dixwazin bi rengekî demokratîk temsîla tevahî gelên li ser vê axê hebe û her kes bi nasnameya xwe, bi baweriya xwe, bi çanda xwe di nava artêşa Sûriyê de cihê xwe bigire. Ne ya heyî, ji ber ku artêşa Sûriyê ya heyî di hundirê vê salê de hate hilweşandin û heger artêşa Suriyê ya nû xwe tenê li ser yek komî ava bike û vê ji xwe re esas bigire, em bawerin wê ev yek li tevahî cîhanê neyê pejirandin. Lê heger bi awayê demokratîk be û weke hêzeke ku ji tecrûbe û fedakariyên me jî sûd wergire be, ev yek li ber berçav bê girtin, em amade ne bi rengekî herî baş parastina tevahî axa Sûriyê bikin."

ANF/RÛKEN EFRÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.