Gelên Kurdistan û Îranê azadiyê dixwazin
Pêncşem 15 Çile 2026 - 15:45

- Aktîvîsta Îranî Shaghayegh Noruziyê da zanîn li ser bingeha pirsgirêkên aboriyê carek din li Rojhilat û Îranê serhildanê dest pê kirin û got: "Weke gelên Rojhilata Navîn, niha em di pozîsyonek bihêztir de ne. Di vê çarçoveyê de divê em di vê pêvajoyê de baldar bin."
Li Îran û Rojhilatê, protesto di roja 19’emîn de berdewam dikin. Bi destpêkirina protestoyan re, li zêdetirî 20 eyaletan û li sedan bajaran bi mîlyonan mirov li qadan in û çalakiyan li dar dixin. Hat daxuyandin ku di dema protestoyan de zêdetirî 2 hezar welatî hatine qetilkirin. Di çalakiyan de ciwan û jin di refên herî pêş de ne. Ji ber ku rejîmê înternet biriye û derfetên ragihandinê lawaz bûne, ev çend roj in ji gelek herêman agahî nayên wergirtin.
Aktîvîsta Îranî Shaghayegh Noruzî, serhildanên 6 salên dawî yên li Îranê û protestoyên ku îro pêk tên nirxand.
Shaghayegh Noruziyê diyar kir ku rejîma Îranê nikare bibe bersiva daxwazên ciwanan ên ji bo jiyana modern û ev tişt got: “Rejîmê nekarî bersiva daxwazên nifşê nû yê ku di nav jiyana Îranê ya nûjen de jiyanek ava kiriye, bide. Herwiha nekarî vê valahiya ku di navbera jiyana Îranê ya kevneşop û jiyana nûjen a ku tê xwestin were avakirin de dagire. ‘Jiyana Îranê ya nûjen’ wekî şêwazek jiyanê ya li ser bingeha mafên mirovan ku çareseriya pirsgirêkên min behs kirine dihewîne, derdikeve pêşiya me.”
Shaghayegh Noruzî sedemên sê serhildanên mezin ên 6 salên dawî yên li Îranê bi bîr xist û destnîşan kir ku hincetên serhildanan ji holê ranebûne û wiha pê de çû: “Di sala 2019’an de dîsa ji ber krîza aboriyê ev serhildan çêbûn. Di sala 2022’yan de di çarçoveya mafên jinan de serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ pêk hat. Îro jî li ser bingeha pirsgirêkên aboriyê carek din serhildan dest pê kirin.”
Shaghayegh Noruzî diyar kir ku serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ hem ji bo rejîmê hem jî ji bo gelên herêmê peyamên girîng dihewîne û wiha got: “Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ hem ji bo rejîmek ku zêdetirî 40 sal in heye, hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn peyamek mezin bû. Ev serhildan jî bi aboriyê dest pê kirin û li kolanan bi daxwaza azadiyê re bûn yek. Mirovan mafên xwe xwestin. Îran xwedî pêkhateyekê kozmopolît e. Gelek komên cuda, mirovên xwedî bawerî û nasnameyên cuda di nav de hene. Ezmûnên hemû beşdarên protestoyan hene. Lê di protestoyan de 2 tiştên sereke tên xwestin: Yekemîn çareseriya krîza aborî, ya duyemîn jî jiyanek li gorî rûmeta mirovahiyê ye. Azadiya îfadeyê, mafê hilbijartinê, wekhevî, jin mafên xwe û jiyaneke azad dixwazin.”
Shaghayegh Noruzî rave kir ku gelên Îranê naxwazin dewletên derve midaxele bikin û destnîşan kir ku bi taybetî hewildanên ji bo derxistina pêş a komên alîgirên Şah û Riza Pehlewî, ji bo berovajîkirina dînamîkên navxweyî yên protestoyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nav çalakgeran de Kurd, Tirk, Fars û Belûc hene. Komunîst, sosyalîst û femînîst di van protestoyan de cih digirin. Lê li gorî ku em dibînin, bi hewldaneke taybet Riza Pehlewî û alîgirên Şah derdixin pêş. Ew tenê di beşekî protestoyan de û bi nêrîna min di beşa herî bi pirsgirêk de cih digirin. Ev jî armanc dike ku protestoyan şolî bike. Mirov mafên xwe dixwazin. Riza Pehlewî ne kesekî wisa ye ku van daxwazan pêk bîne û pêwendiyekî wiha bi Îranê re nîne. Li her çar aliyên Îranê mirov li ser piyan in. Ne ji bo wî ne.”
Shaghayegh Noruzî destnîşan kir ku hêzên hegemon li Rojhilata Navîn li gorî salnameya xwe tevdigerin û cîhan bi nêrîneke cuda nêzî Îranê dibe û bal kişand ser nakokiyên di nêzîkatiya raya giştî ya navneteweyî de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro em şahidê êrişên hov ên li ser gelê Kurd ê li Rojava ne. Êrişek di asta qirkirinê de hat kirin lê tiştek nayê kirin. Mixabin dema em nêzî meseleyan dibin, em nikarin bi rengekî yekalî nêz bibin. Gelên Kurdistan û Îranê azadiyê dixwazin. Lê rewş ji bo me jî her ku diçe tevlihevtir dibe. Çarenûsa me her ku diçe bi hev ve tê girêdan. Berpirsiyariyên pir mezintir li ser milên me hatine barkirin. Nexasim li ser milên pêşengên guherîn û reformê. Wekî gelên Rojhilata Navîn, niha em di pozîsyonek bihêztir de ne. Di vê çarçoveyê de divê em baldar bin. Divê em zanibin ku em ji hev berpirsiyar in.”
MA / NAVENDA NÛÇEYAN / CEYLAN ŞAHÎNLÎ







