Saziyên navdewletî tenê temaşe kirin
Pêncşem 15 Çile 2026 - 16:15

- Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan anî ziman ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê peymanên hiqûqê yên navdewletî hatine binpêkirin û li dijî hiqûq û peymanan sûcê şer hate kirin û got ku divê saziyên navdewletî ji sûcdaran hesab bixwazin.
Çeteyên HTŞ û SMO'yê di êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jin, zarok û welatiyên sivîl kuştin û sûcê şer pêk anîn. Ji ber êrişên bê ser û ber û hovane bi sedan welatî jî birîndar bûn. Her wiha gelek welatî jî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Tê gotin 120 hezar welatî ji taxan koçber bûne. Malên welatiyên li taxê jî di encama êrişan de hilweşiyan û gelek welatî di bin kavilan de man.
Tê gotin gelek welatî winda ne û aqûbeta wan nayê zanîn. Rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser ji bo ev kirinên sûcê şer û binpêkirina mafên mirovan pêk anîne, bên darizandin bang li saziyên navdewletî yên hiqûqî dikin. Lê tevî dimenên derketin holê jî saziyên mafên mirovan û hiqûqê yên navdewletî heta niha bêdengin û lêpirsînek nedane destpêkirin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî sûcê şer ku hate kirin û bêdengiya saziyên navdewletî axivî.
Newroz Uysal Aslan diyar kir ku di êrişan de gelek kirinên sûcê şer ango sûcê li dijî mirovahiyê pêk hatine û wiha got: “Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku di bin dorpêçe de bûn ji serê salê vir ve di bin êrişan de bûn. Di êrişan de çekên giran hatin bikaranîn. Li gorî hiqûqa navneteweyî hezên asayişê û welatiyên sivîl di şer de nayên hedefgirtin. Cih û mekanên îbadetê, nexweşxane û qadên jiyanî ku hewcedariyên gel dabîn dikin hedef hatin girtin. Li gorî peymanên navneteweyî jî ev sûcê şer e û di heman demê de sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di nav êrişkaran de jî ne tenê hêzên ku weke hêza hikûmeta Şamê tên binavkirin di heman demê de komên çete ku li dijî civakê êriş pêk anîbûn jî cih girtin. Welatî rasterast hedef hatin girtin û sûcek mirovî pêk hat. Êrişên li dijî niştecihan ango taxan sûcekî mezin e. Xwestin Kurdan koçber bikin û li şûna wan kesên din bînin bi cih bikin. Li gorî peymanên hiqûqî yên navdewletî jî ev û sûcê li dijî mirovan e.”
Newroz Uysal Aslan bal kişand ser bêdengiya saziyên hiqûqê yên navdewletî û wiha axivî: “Li dijî welatiyan bi eşkereyî sûcê şer hate kirin. Ya herî zêde bala mirovan kişand û hat parvekirin jî, cenazeyê jineke şervan ku ji avahiyê hat avêtin bû. Li dijî cenazeyê wê bêhurmetî hate kirin. Di nava hefteyekê de kirinên li her du taxan hemû sûcê şer bû. Pirsnîşan ev e; gelo wê kî li hesabê van sûcan bipirse? Ev sûc hemû diyar in. Hatine belgekirin û dîmenê wan jî li her derê hat parvekirin. Lê tevî ve yekê jî careke din saziyên hiqûqê yên navdewletî bêdeng man. Demek dirêj e krîza hiqûqa navdewletî heye. Lê kesên ku li wir ev êriş kirin û piştgirî dan û bê deng man jî dê werin belgekirin û rojeke li hesabê wê jî bê pirsîn.”
AW/ ENQERE/MAHMÛT ALTINTAŞ







