Hêzên navneteweyî çavên xwe li komkujiyan digirin

Pêncşem 15 Çile 2026 - 16:50

  • Siyasetmedar Beşar Nasar bêdengiya navneteweyî wek çavgirtina li sûcên sîstematîk ên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi nav kir. Her wiha destnîşan kir ku êriş, revandin û dorpêçkirinên berdewam li Heleb, Siwêda, peravê û deverên din krîza mirovî kûrtir dikin û êşa sivîlan zêde dikin.

Çalakvanê siyasî yê Durzî Beşar Nasar bêdengiya navneteweyî ya li ser êriş û sûcên ku li deverên cuda yên Sûriyeyê pêk tên rexne kir û got hêzên navneteweyî çavên xwe li "sûcên sîstematîk" ên li dijî pêkhateyên civaka Sûriyeyê digirin.

Beşar Nasar ji ajansa re axivî û diyar kir ku sûcên herî dawî li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê qewimîn ku hîna kiryarên revandin û kuştinên berdewam in. Her wiha ev gef û êriş gihaştine herêmên din ên wekî Dêr Hafir û Maskenê li gundewarên kantona Tebqayê.

Di 6`ê Çileyê ve, taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd rastî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hatin, di encamê de komkujiyên berfireh pêk hatin û bi hezaran şênî koçber bûn. Çarenûsa bi sedan sivîlan hîn ne diyar e û bi sedan avahî û saziyên sivîl ên li van deveran hilweşiyan.

Nesar destnîşan kir ku qedexe û dorpêça li ser Siwêdayê, li gel revandina dijberên siyasî li deverên peravê û deverên din ên Sûriyeyê, krîza mirovî girantir dike û derfetên aramiyê têk dibe.

Nesar da zanîn ku ev bûyer di nav bêdengiya navneteweyî û nebûna qanûnên navneteweyî de diqewimin û wiha lê zêde kir: "Ev cîhan ecêb e, ku li hember sûcê herî mezin ê serdema me bêdeng dimîne. Ev çi civaka navneteweyî ya xerb e û çi hêzên navneweteyî ne ku îdia dikin mirovahiyê diparêzin lê li hember komkujiyan bê deng dimînin.”

Beşar Nesar bang li wan hêzan kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bigirin ser xwe, dawî li van tawanan bînin, sivîlan biparêzin û piştgirîya pêvajoya yekitiya Sûriyeyê û parastina mafên hemû pêkhateyên wê bikin. ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.