Tevli mitînga 'Hêvî û Azadiyê' bibin
Pêncşem 15 Çile 2026 - 15:30

- Li bajarên Serhedê xebatên ji bo mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku dê li Amedê were lidarxistin berdewam dikin. Hevserokên bajar ên DEM Partiyê banga tevlibûnê kir.
Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê di 25’ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga “Hêvî û Azadiyê” li dar dixe. Li bajarên Serhedê xebatên ji bo vê mitîngê bê navber didomin. Hevserokên Bajar ên DEM Partiyê destnîşan kirin ku mitîng xwedî girîngiyeke dîrokî ye û banga tevlîbûnê kirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tutuş diyar kir ku wan di 29’ê Kanûnê de dest bi xebatên mitîngê kirine û gelê Mûşê pêvajoyê ji nêz ve dişopîne û ev tişt got: “Me di civîna 14’ê Kanûnê de dît ku gelê Mûşê ji pêvajoyê re amade ye. Dema em ji gel re dibêjin ev xebat xebata Rêber Apo ye, bersiva gel xurttir dibe. Gelê me ji me re dibêje, ‘Abdullah Ocalan çawa azadiya me dixwaze, em jî azadiya wî dixwazin.’ Gel azadiya xwe di azadiya wî de dibîne.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dilekçî jî diyar kir ku dê ji Wanê bi hezaran welatî tevlî mitîngê bibin û wiha axivî: “Wekî her kes dizane, pêvajoyek heye ku ji salekê zêdetir e ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Em daxwaz dikin ku pirsgirêka Kurd di demekî kurt de bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Ji ber vê yekê rol û mîsyona Abdullah Ocalan pir girîng e. Gelek alî, Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de wekî muzakerevanê sereke dibînin. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rêgeza 'mafê hêviyê' sûd werbigire û bigihîje azadiya xwe ya fîzîkî. Heke ev şert pêk werin, her kes dizane ku dê li Tirkiye û Kurdistanê di demek nêz de aştiyekî mayînde pêk were. Daxwaza yekane ya gelê Kurd bi dawîbûna polîtîkayên înkar û îmhayê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.”
MA / WAN / BÎLAL BABAT







