Enfal qirkirina Kurdan e
Pêncşem 15 Nîsan 2021 - 01:21
Rêxistinên Silêmaniyê bi çalakiyekê daxwaz kirin ku Enfalkirina miletê Kurd li Başûrê Kurdistanê wek qirkirin were naskirin û sûcdar werin cezakirin.
Bi armanca şermezarkirina komkujiya Enfalê, beşek ji rêxistinên Silêmaniyê, li ber Baxê Giştî yê bajêr kom bûn. Rêxistinan bi daxuyaniyan xwest, kesên tawanbar werin cezakirin û enfal wek qirkirin were naskirin.
Di çalakiyê de Seroka Rêxistina Çîrokên Enfalê, Dîmen Mihemed li ser navê rêxistinan daxuyanî xwend. Dîmen got; “Bila tawanbarên dosya Enfalê bidin dadgehê, lîsta kesên sûcdar bidin polêsên navdewletî (Înterpol) da ku sûcdarên reviyane derveyî Iraqê werin karibin bên dadgehkirin.”
Rêxistinan xwest sedema nebûna lîsteya sûcdaran jî bê eşkerekirin. Wan xwest hikûmetên Bexdayê û Hewlêrê biryarên Dadgeha Bilind a Iraqê derbarê Enfalê de bi cih bînin.
Li ser navê Tora Hevpeymaniya Rêxistinên Kurdistanê jî Aras Xelîl daxuyaniyek da. Wî xwest Iraq bibe endamê dadgeha ceza ya navneteweyî û peymana Romayê jî îmze bike.
SILÊMANÎ