- Di pirtûkê de behsa jiyan, têkoşîn û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd a li dijî Ingilîzan tê kirin.
Nivîskar Şêx Fuad Berzencî pirtûka xwe ya bi navê ‘Endîşeyek azad û ezmûnek azadîxwaz’ a li ser jiyan û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd (Şêx Mehmudê Berzencî) dike, bi merasîmekê da nasandin.
Li Silêmaniyê bi amadebûna neviyên Şêx Mehmûdê Hefîd, gelek nivîskar û kesayetan, pirtûka bi navê ‘Endîşeyek azad û ezmûnek azadîxwaz’ a Şêx Fuad Berzencî, bi merasîmekê hat nasandin.
Di pirtûkê de behsa jiyan, têkoşîn û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd a li dijî Ingilîzan tê kirin.
Di merasîmê de Pişko Tahir behsa naveroka pirtûkê kir. Piştre jî nivîskarê pirtûkê got, divê hîn zêdetir li ser xebat û têkoşîna Şêx Mehmûdê Hefîd lêkolîn werin kirin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ