Encamê desthilata PDK"ê

Pêncşem 21 Adar 2024 - 08:53

Li bajarê Hewlêrê û Dihokê ji ber lehiyê yek jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li herêma federal a Kurdistanê bajarê Hewlêrê û Dihokê, şeva 18’ê Adarê barana zêde bû sedema felaketê. Ji ber lêhiyê gelek mal û cihên kar di bin avê de man, xisara madî çêbû. Li hinek cihên Zaxoyê jî lehî rabû.

Yek jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan Ji ber lêhiyê li Dihokê 2 kesên di nava wesayîdê de asê man jiyana xwe ji dest dan. Hat eşkerekirin ku di dema lehiyê de zarokek 12 salî ket çaleke ku ji ber baranê çêbûbû, ji ber ku dîrekên hatin xwarê kehrebeyê pê girt û jiyana xwe ji dest da. Hişyarî hat kirin ku wê heta 21’ê Adarê roja Pênşemê baran berdewam bike. Waliyê Dihokê Elî Teter diyar kir ku wê cihên lehî lê rabûye tehliye bikin û dê betlane be loma divê kes ji mala xwe dernekeve. Waliyê Hewlêrê Omid Xoşnav betlaneya saziyên civakî jî ragihand. 

NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.