Encam stratejîk bûn

În 15 Mijdar 2024 - 01:55

Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî li ser girîngî û encamên Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ axivî.

Ferhad Şamî diyar kir ku ji 2021’an ve, ev operasyona 4’emîn e ku QSD li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Hol û derdora wê pêk tîne û got:“Ev operasyon cuda bû. Di vê operasyonê de rûberên berfireh ên ji Ceza yê Til Koçer ê li ser sînorê Iraqê heta bi Deşîşe hatin paqijkirin. Şaneyên ku di wê rûberê de hatine girtin berê di êrişên terorî yên li dijî sivîlan û hêzên leşkerî de beşdar bûn. Bi gelemperî, her operasyonek xwedî girîngiyeke mezin e, nexasim di dema dawîn de, ji ber ku dosyaya DAIŞ’ê ji aliyê civata navneteweyî ve hatibû paşguhkirin. Ji ber ku DAIŞˋê ji rewşên herêmê di serî de êrişên dewleta Tirk a dagirker sûd werdigire da ku xwe ji nû ve çalak bike. Ew sûd ji xwezaya herêmên çolistanê jî digirin da ku xwe tê de bi rêxistin bikin, bi taybetî başûrê kampa Hol, di navbera Şedad û Deşîşe de û li bakurê kampê li xeta Til Birak, Til Hemîs û Ceza.”

79 çete hatin girtin

Şamî diyar kir ku ji ber 2 sedemên operasyonê pêk hatin û got: "Hêmana heyî û lezgîn jî paşxaneya êrişên DAIŞˋê yên di vê dawiyê de, lê kêlek wê jî hin agahiyên îstîxbaratî yên piştrast ku DAIŞ’ê niyet dikir ku li dijî kampa Holê û girtîgehên din êrişan pêk bînin. Her wiha hêmana din jî stratejîk e, ew jî têkoşîna hêzên me li dijî DAIŞˋê ye. Metirsiya DAIŞ’ê li herêmê hîn mezin û domdar e. Deverên ku metirsî li wan pir e jî, deverên sînorî ne û dûrî rêyên stratejîk û çavên ewlekariyê ne. DAIŞ jî li wan deveran xwe bi rêxistin dike û êrişan pêk tîne. Di vê operasyonê de gelek encamên baş û erênî li gorî operasyonên berê hatin bi dest xistin. Di aliyê ewlekariyê de jî rewş baştir e û êrişên şaneyan ên di hundirê kampê de kêm bûne. Veşartgehên wan hatin rûxandin, dadgeha jinan û cihên perwerdekirina ‘zarokên xîlafetê’ hatin têkbirin. 79 çete hatin girtin, gelek tunel û veşartgehên wan hatin rûxandin. Di operasyonê de encamên erênî yên mezin hatin pêkanîn, baweriya gelan bi QSD’ê jî xurtir bû. Di operasyonê de şêniyan roleke girîng lîst û bi QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re bûn alîkar.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.