Emîne Şenyaşarê zora polês bir

Çarşem 15 Hezîran 2022 - 05:35

Hacî Esvet û kurên wî Adîl û Celal Şenyaşar ên ji aliyê xizim û parêzvanên AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, ji aliyê gel û saziyan ve li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Hacî Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya ser bi Rihayê ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin. Ev cara ewil e ku ew li ser gora xwe tên bibîranîn. Bibîranîn li Goristana Şaredariyê pêk hat. Malbata Şenyaşar, dikandarên cîranên dikana malbata Şenyaşar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmê Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdarî bibîranînê bûn.

Polêsên dagirkeriya Tirk xwest ku ketina girseyê ya goristanê asteng bikin. Emîne Şenyaşar nerazîbûn nîşan da û got, heta ku girse nekeve goristanê, ew ê neçe ser goran. Piştre ji ber deriyê goristanê heta gorên malbatên hatin qetilkirin, meşeke girseyî pêk hat. Li ber goran dua hat kirin.

Li ser navê Malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar qala qetlîamê û têkoşîna edaletê ya 4 sal kir. Şenyaşar got, “Ev 3 mirov di nava bombeyên gazê de hatin definkirin. Ew îro jî nehatin jibîrkirin. Ji ber ku wekîlê AKP'ê di nav de ye, tiştek nayê kirin. Di serî de xelkê Pirsûsê, bi milyonan kes xwedî li doza me derketin. 4 sal in me taziye nedaniye. Dema ku edalet pêk hat, em ê sersaxiyan qebûl bikin.”

 

Heta dawiyê ji bo edaletê

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî got, “Li ber çavê cîhanê komkujiyek hat kirin. 4 sal derbas bûn lê edalet pêk nehat. Ev 4 sal in ti gav nehat avêtin, ev yek nîşan dide ku edalet tine ye. Li nexweşxaneya dewletê komkujî pêk hat. Dayik Emîne Şenyaşar ji bo her kesî edaletê dixwaze û berxwedanê dike. Dayik ji bo tevahiya Tirkiyeyê li ber xwe dide. Em soz didin ku em ê heta dawiyê li cem malbatê bin. Demokrasî bêyî edaletê ji bo malbata Şenyaşar pêk nayê. Em ê heta dawiyê li edaletê bigerin.”

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.