- Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Rihayê Pirsûsê, 14'ê Hezîrana 2018'an êrişî malbata Şenyaşar kiribû û 3 ferdên malbatê kuştibûn.
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Rihayê Pirsûsê, 14'ê Hezîrana 2018'an êrişî malbata Şenyaşar kiribû û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar a ku di êrişê de hevjîn û 2 kurên wê hatin qetilkirin, û kurê wê Ferît Şenyaşar, li dijî vê zilma li wan hat kirin bi daxwaza edaletê di 9'ê Adara 2021’ê de li ber Ediyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeta di roja 339’an de dewam dike. Emîne Şenyaşar pêr ji ber pirsgirêkên xwe yên sihetê nikaribû bê pêşiya edliyeyê îro bi sûtûmala ku Dayikên Şemiyê jê re çêkiribû, çû pêşiya Edliyeya Rihayê û nobeta xwe dewam kir.
Emîne Şenyaşar got, Nobeda Edaletê di bin "zilmê" de dewam dike û ev bang kir: "Di serî de parlamenterên jin, bila jin bên pêşiya Edliyeya Rihayê û zilma li ser me bibînin. Kesên ku zarokên min kuştine, ji xwe re li derve digerin. Salek e ez li pêşiya Edliyeya Rihayê me. Bila kurê min bê berdan, êdî bes e. Em jî dixwazin biçin malê. Ez li vir li benda kurê xwe me. Berî ku bimirim, dixwazim wî bibînin. Heta ku kurê min neyê berdan, ez ê ji vir ranebim. Herkes dizane ku zarokên min bêguneh hatin kuştin."
RIHA