Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagon) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi fermana raste rast ya Serokê Emerîkayê Joe Biden, di çarçoveya tolgirtina êrişa li ser baregeha Eyn Esed de, li Iraqê sê baregehên komên girêdayî Hîzbûllah ya nêzîkî Îranê bombebarankirin. Medya Iraqê jî diyar kir ku baregehên Hîzbullah ên li Enbar û Babil hatine bombebarankirin û encamê de kuştî û birîndar çêbûne. Hêjayî gotinêye ku pêr bi şev komên çekdarên Meqawmey Îslamî (Berxwedana Îslamî) êrişî baregeha Eyn Esed a hêzên Emerîkayê ya li parêzgeha Enbar kir. Emerîkayê beriya niha ragihandibû ku li dijî êrişên komên çekdarên nêzîkî Îranê yên li ser hêzên wan, mafê wan ê parastina hêzên hevpeyman li herêmê heye ku di dem û cihên guncav de wê bersiv werin dayîn.
ROJNEWS