Balyozxaneya Giştî ya Emerîka ya li Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyekê êrişa asîmanî ya dewleta Tirk a li ser wesayîta sivîlan ya li ser rêya Pênciwên şermezar kir.
Roja 11’ê Tebaxê balafirek bê mirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker li ser rêya navbera Pênciwên-Silêmanî wesayîtek sivîlan hedef girt û di encamê de ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Balyozxaneya Giştî ya Emerîka ya li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ew her êrişek ku di encamê de zirarên canî û madî digihe xelkê sivîl şermezar dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN