Em zanin kî êriş dike
Şemî 19 Hezîran 2021 - 05:48
Siyasetvanên Kurd ên di zindanan de rehîn têne girtin, nexasim jî girtiyên jin êrişa li dijî Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin û gotin, "Em zanin bê kî êriş dike."
Bi navê jinên dîlgirtî Sebahat Tûncel peyam da û diyar kir ku kesên dixwazin deriyê HDPʼê dadin û kesên êriş kirin heman kes in û got: "Bi navê jinên ku di dosya HDP'ê de têne darizandin, em vê êrişa li dijî partiya me lanet dikin. Hevrêya xwe Denîz Poyraz bi rêzdarî bi bîr tînin. Sersaxiyê ji malbata wê, partiya me û dostan re dixwazin. Em zanin ku ev êrişên li dijî partiya me, li dijî gel û jinên Kurd kî dikin.
Nûnerên bloka faşîst, olperest, zayendîperest, neteweperest, tekperest ên ku hewl didin bi şerê nava gelan desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle û welêt bixe nava tarîtiyê, bingeh ji vê êrişê re amade kirine." Di peyamê de ev hemû weke encama neyartiya bi Kurdan re hat destnîşankirin.
Siyasetvanê rehîngirtî Selahettîn Demîrtaş jî got; “Êşa me mezin e, lê hêvî û berxwedana me jî ewqasî mezin e. Em failan nas dikin û armancên wan dizanin. Naxwe em ê nehêlin hêrsa me çavên me tarî bike û pêşî li têkoşîna me ya demokratîk bigire. Em ê ti carî dev gera xwe ya ji bo aştiyê bernedin.”
NAVENDA NÛÇEYAN