- DBP’ê, têkildarî provokasyona li Başûrê Kurdistanê diyar kir ku xwedî helbestekê ne û ev weha rave kir: “Em mezinkirina têkoşîna yekitiya neteweyî û hevdîtinên bi her alî re û avakirina şertên muzakereyan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji xwe re weke peywir dibînin.”
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî provokasyona li herêmên gerîla, daxuyaniyeke girseyî da. Daxuyanî wê li Kolana Hunerê ya li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê bihata dayîn, lê ji serê sibehê ve polêsan dor lê girtin, rê li çûnûhatinê girtin. Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên herêmê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi sedan kes çûn Kolana Hunerê ya di bin dorpêça polisan de. Girseya ku li vir ji aliyê polisan ve hat astengkirin, dûrişmeyên mîna , “Bijî Serok Apo”, “Bijî yekitiya kurdan” ve “Bijiî yekitî, bimre xiyanet” berz kirin û bi meşê derbasî Parqa Ofîsê bûn.
Paşeroja me dixe tehlûkeyê
Li gel anonsên mudaxaleyê yên polisan jî girseyê heta Parka Ofîsê meşa xwe domand û li parqê pankarta “Dem dema yekitiya neteweyî û azadiyê ye” vekir û daxuyanî da. Daxuyaniya ku bi kurdî û tirkî hatibû amadekirin tirkiya wê ji aliyê Hevseroka BDP’ê Salîha Aydenîz ve û kurdiya wê jî aliyê Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş ve hat xwendin.
Ozguneş, di daxuyaniyê de bal kişand ser gengeşiya tê xwestin li başûrê Kurdistanê bê kirin û diyar kir ku gengeşiya ku bi daxuyaniyan tê kûrkirin xeyalên gelê kurd ên paşerojê, azadî û wekheviyê bi awayekî mezin dike talûkeyê û xwest ku gengeşiya heyî bê bidawîkirin. Ozguneş, destnÎşan kir ku ew mezinkirina têkoşîna yekitiya neteweyî, hevdîtinên bi her aliyê re û avakirina şertên muzakereyan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji xwe re weke peywir dibînin.
Wê dagirkerê bixisirin
Em weke BDPʼê beriya her tiştî parastina destketiyên gelê xwe esas dibînin. Bi vê wesîleyê em didin nîşan ku em ê li hemberî şerê navxweyî yê ku wê gelekî bixisirîne qebûl nakin û vê ji gelê xwe ra radigînin. Em ê destûrê nedin vê bêbextî û qederê. Em ê destûrê nedin ku dîrok dûbare bibe. Em ji bo mezinkirina Yekîtiya Neteweyî û çareserkirina pirsgirêkan, avakirina bingeha diyalog û muzakereyê wekî erkekî xwe dibînin. Bi vê serwextiyê em dixwazin dînamîkên Kurdistanî hemû ji bo mezinkirina pêvajoyê bi berpirsiyarî tevbigerin û bibin xwedî rol û rist. Em ji dil û can bawer in ku dê gelê me bi hestiyariyeke mezin tevbigere û careke din rê nede pevçûna di navbera hêzên Kurdan de û dê li ber rabe. Bi vê bîr û baweriyê bê gûman em ê kar bikin. Ê kar bike dê têkoşîna gelê me yê mafdar be, yê bixisire jî dê dagirker û zîhniyeta wan be.”
MA/AMED