Em xwedî li gava Ocalan derkevin

Şemî 24 Gulan 2025 - 03:05

Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Mehmûd Gulecan destnîşan kir ku civak li benda azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan li vir gaveke pir girîng avêtiye. Divê em xwedî li wê gavê derkevin. ”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî re parve kir. Piştî vê bangê PKKê agirbest îlan kir. Pişt re PKKê di navbera 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12emîn lidar xist, û di 12ê Gulanê de ragihand ku xwe fesix kiriye. Tevî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara PKKê dewletê hêj tu gavên berbiçav neavêtine. Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd û Helbestkar Mahmût Gulecan derbarê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara fesixkirina PKKê û gavneavetina dewletê de ji ajansa me (AW) re axivî.

Mahmût Gulecan bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Divê mirov 27ê Sibatê weke destpêkeke nû binirxîne. Çima destpêkeke nû? Ji ber ji bo kurdan û tevahiya neteweyên bindest bi şêwazeke nû têkoşîn dest pê dike. Weke guherandineke nû jî mirov dikare bigire dest. Li Rojhilata Navîn di astekê de guherandin pir zehmet e. Ji ber wê birêz Abdullah Ocalan 27ê Sibatê bangawaziyeke pir girîng kir. Ji bo guherandina Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û Kurdistanê jî ev bangawaziyeke gelekî girîng bû. Weke rewşenbîr divê mirov hê bêtir li ser vê pêvajoyê bisekine. Ji bo wê jî pêwîste ku mirov bêtir di nava civakê de be, hem bi gotina xwe hem jî bi kiryarên xwe. Divê mirov vê pêvajoyê ji civakê re bêje.

Mahmûd Gulecan destnîşan kir ku civak li benda azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê civaka kurd, civakên Rojhilata Navîn hinekê bigihin aramiyekê. Ji ber vê yekê divê birêz Abdullah Ocalan bikaribe bêtir fikrên xwe ji civakê re bêje, hêj bêtir di nava civakê de bê xuyakirin û guherandinên ku birêz Abdullah Ocalan difikire bi awayekî lezgîn bên pêkanîn. Ji bo vê yekê jî divê dewlet gav biavêje. Herkes li benda vê yekê ye. Belê hinek hevdîtin pêk tên. Şande diçe û tê. Lê belê ev tê re nake. Ev yek fikarên civakê ji holê ranake. Divê pêşketinek çêbibe. Divê mirov ji bo aştiyê tu car hêviya xwe winda neke. Birêz Abdullah Ocalan li vir gaveke pir girîng avêtiye. Divê em xwedî li wê gavê derkevin. Ji bo xewn û xeyalên têkoşeran pêk bên divê em vê hêviyê di nava civakê de xurt bikin û vê hêviyê pêkan bikin. Ev jî berpirsyariyeke rewşenbîran e.”

AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.