Em xwedî li berxwedana zindanan derkevin

Sêşem 4 Hezîran 2024 - 03:15

  • Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û alîgirê demokrasiyê kir ku xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin û li dijî sîstema tecrîd-êşkenceyê helwesteke hevpar nîşan bidin û têkoşîna yekbûyî mezin geş bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî çalakiya girtiyên siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji 27’ê Mijdara 2023’an û vir de li dijî zexta faşîst, tecrîd û kiryarên qirkirinê li ber xwe didin silav kir û got: “Helwesta girtiyên siyasî û peyama ku didin civakê gelekî girîng e. Lewma pêwîstî pê heye ku li ser bê rawestîn û bê fêhmkirin.

Zindan ew qad in ku rewşa civakê bi şênberî radixin pêş çavan. Yên nebaş, zalim, dijminê gel û nirxên mirovahiyê, mejiyê xwe bi rengekî herî berçav li zindanan nîşan didin, didin hîskirin. Yên ku vê rastiyê herî zêde dibînin û kêlî bi kêlî têdikoşin, girtiyên siyasî ne. Ji ber vê jî gotin, helwest û çalakiyên girtiyên siyasî divê ji rastiya civakî cuda neyê dîtin. Gotin, helwest û çalakiyên girtiyên siyasî nêrîn, bendewarî û hesreta li azadiyê ya civakê nîşan dide. Di heman demê de berxwedana ku girtiyên siyasî di nava şert û mercên zindanê de dikin, bersiva herî bi wate ya li dijî zilm, faşîzm û qirkirinê ye.”

Rakirina tecrîda mitleq kirine armanc

KCK’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir polîtîkaya desthilatdariya faşist ku civak bêzar kiriye li Imraliyê dest pê kiriye û ji bo vê jî girtiyên siyasî rakirina tecrîdê ji xwe re kirine armanc. KCK’ê di daxuyaniyê e wiha got: ‘’Berxwedana girtiyan ku zêdeyî 6 meh in dewam dike, ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ye, ji bo misogerkirina şert û mercên azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo ye. Ji ber ku cihê zext, tecrîd û êşkence lê giran bûye û li hemberî vê yekê jî berxwedana herî mezin tê kirin, Îmrali ye. Polîtîkaya desthiladariya faşîst a AKP-MHP'ê ya ku civak tengav û bêzar kiriye, li Îmraliyê destpê kiriye. Eşkere ye ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze encamê ji tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê werbigire, sîstema xwe ya faşîst li ser vê yekê ava bike. Ji ber vê yekê di polîtîkaya tecrîdê ya mutleq de israr dike. Girtiyên siyasî yên ku haya xwe ji vê yekê heye, rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo kirin armanca çalakiya xwe.’’

Helwesta bi xemsarî nabe

KCK’ê di daxuyaniyê de bi berdewamî anî zimên, helwesta girtiyên siyasî û peyama ku bi berxwedanê ve didin divê ji aliyê civakê ve xweş were fêhmkirin û got nabe ku bi xemsarî nêzîkatî liv ê berxwedanê were kirin. KCK’ê got,’’Di demekê de ku tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ya li Îmraliyê dewam dike û bi deh hezaran girtiyên siyasî ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe didin, nabe ku civak bi xemsarî tevbigere û bi rengekî ji rêzê bijî. Di serî de sîstema Îmraliyê, zindan hemû ji bo şikandina hêviya azadiyê û tinekirina paşeroja civakê hatine avakirin. Lewma tecrîd mutleq a li ser Rêber Apo û polîtîkayên li hemberî girtiyan têne meşandin, bi esasî qirkirina li dijî civakê ye. Tenê bi hilweşandina vê sîstema qirker a serweran, paşeroja civakê dikare bê afirandin. Ji ber vê jî nabe ku civak li pêşberî rastiya zindanan û berxwedana girtiyên siyasî bêdeng bimîne.’’

Divê berxwedan were geşkirin

KCK’ê bi domdarî got girtiyên siyasî bi insîyatîva gel rabûye û divê ev ‘sekna esîl’ were fêhmkirin: ‘’Bêguman divê beriya her kesî gelê Kurdistanê yê welatparêz xwedî li girtiyên siyasî û berxwedana wan derkeve. Gelê Kurd divê bi xurtî xwedî li berxwedana girtiyên siyasî derkeve, doza wan weke doza xwe bibîne, pê re bibe yek û bi çalakiyên xwe berxwedana girtiyan mezin bike.’’

Girtî bi insîyatîva gel rabûne

KCK’ê wiha domand:’’Desthilatdariya AKP-MHP'ê Îmrali kiriye navenda polîtîkaya xwe ya mêtingerî û qirkeriyê. Bi dewamkirina sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê û bi tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo dixwaze Kurdan qir bike. Girtiyên siyasî ku haya wan ji vê rastiyê heye, ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo helwesta berxwedanê nîşan dan. Ev yek tê wê wateyê ku girtiyên siyasî bi navê gel bi înîsiyatîfê rabûne, li refên herî pêş ên têkoşînê cih girtine. Divê gelê me vê sekna esîl fêhm bike, hîs bike. Xwedîderketina li girtiyên siyasî divê tenê ji xizmên girtiyan re neyê hiştin. Divê gel xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkeve, ji bo vê jî bikeve nava liv û tevgerê.’’

Sîstema Imralî dijî civaka Tirkiyê ye jî

KCK’ê bi domdarî got,’’Sîstema Îmraliyê û tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo li Îmraliyê tê ferzkirin ne tenê polîtîkayeke li dijî gelê Kurd e, di heman demê de polîtîkayek li dijî civaka Tirkiyeyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Polîtîka û mejiyê desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser bingeha dijminatiya li Kurdan û qirkirina Kurdan e. Ev polîtîka ne tenê zerarê dide gelê Kurd, beriya her kesî zerarê dide civaka Tirkiyeyê.’’ 

Her kes dijî AKP’ê divê rabe

KCK’ê herî dawî bang kir ku her kes dijî AKP-MHP’ê rabe ser piyan: ‘’ Li ser vê bingehê di serî de gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, em bang li her kesî dikin ên ku bi desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê re tevnagerin, li ber faşîzmê radibin, alîgirê demokrasî, azadî û hiqûqê ne, xwedî li daxwazên girtiyên siyasî derkevin, li dijî sîstema tecrîd-êşkenceyê helwesteke hevpar nîşan bidin û têkoşîna yekbûyî mezin bikin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.