Em tolhildana dîrokê ne

Çarşem 21 Sibat 2024 - 03:45

  • Serxwebûn Serhed: Em ne bi şexsê xwe diçin vê çalakiyê. Di şexsê me de dîrok bi ser dijmin de diçe, civakek bi ser dijmin de diçe. Bi ser dijmin de diçe û hesab dipirse. Em tolhildana dîrokekê ne.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê ragihand ku gerîla Serxwebûn Serhed çalakiya fedayî pêk aniye û wiha got:“Dema ku hemû dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmeta Dêrelûk a ku di 12’ê Çileya 2024’an de li Herêma Berxwedana Girê Amediyê ya Zapê pêk hat û agahiyên berfireh ên ji hêza operasyonê hatine dayîn, lêkolîn kir; hate fêmkirin ku hevalê me Serxwebûn Serhed (Sefa Altûnay) bi biryardariya fedaî çûye çalakiyê. Hevrê Serxwebûn, her çend di plansaziya operasyona şoreşgerî de tiştekî wisa tunebû jî, bi dizî plansaziya lidarxistina çalakiya fedaî ya di nava operasyonê de kir û bêyî ku vê planê bi hevrêyên xwe re parve bike, beşdarî operasyona şoreşgerî bû. Piştî ku erk û berpirsyariya xwe ya di operasyona şoreşgerî de bi cih anî, bi cesareteke bilind, çalakgerî, şêwazê fetha encamgirî û ruhê fedaî dawî li operasyona şoreşgerî anî. Hevrê Serxwebûn bi hişmendî û ruhê fedayî ya weke milîtanekî Apoyî, bi însiyatîfa xwe çalakiya fedaî ya pîroz ji bo armanceke bi heybet pêk anî. Hevrê Serxwebûn beriya ku çalakiya fedayî pêk bîne vîdeoyek girtiye. Piştî lêkolîna li ser vîdeoyê, hate fêmkirin ku bê çalakî çawa pêk aniye derket holê.” Fermandariya Biryargeha NPG’ê di daxuyaniya xwe de ev xisûs jî diyar kirin: Dibêje; “Em bi şexsî naçin vê çalakiyê. Di şexsê me de dîrokek bi ser dijmin de dimeşe, miletek bi ser dijmin de dimeşe. Bi ser dijmin de dimeşe û hesab jê dipirse.” Hevrê Serxwebûn bi gotina; "Em bi rastî tolhildana dîrokê ne" bi ser dijmin de meşiya û bi çalakiya xwe ya dîrokî derba şikestinê li dijmin xist. Em heqîqeta çalakiya hevrê Serxwebûn a pîroz û peyama pir watedar a ku ji me hevrêyên xwe re, ji gelê me û hemû ciwanên Kurd re hişt, bi gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re parve bikin.

Peyama ku hevrê Serxwebûn Serhed dema çû çalakiya fedayî ya li pey xwe hişt wiha ye;''Salên 2022 û 2023’yan pir tijî derbas bûn. Bi taybetî hem di warê şer û hem jî di warê têkoşînê de demek pir tijî bû. Di van salan de gelek hevrêyên me yên hêja, fermandar û şervanên hêja yên rêxistina me ji bo vê yekê şer kirin, ked dan, berdêl dan û şehîd bûn. Em bi gelek hevalan re bûn heval û bi hev re jiyan. Her yek ji wan parçeyek ji me bûn. Her yek ji wan di pêkhatina kesayeta me de xwedî roleke girîng bûn. Rol, mîsyon û hewldanên wan ên pir giranbuha bûn. Yên ku îro em anîn vê derê, têkoşîn û berxwedana me diyar kirin, bûn sedem ku em fikr û zihniyeta xwe biguherînin, van hevalan bûn. Li vir em bi îradeyek bi biryar ji bo dijmin ji holê rakin li ser dijmin de diçin. Divê ev dijmin li wir bi rehetî nemîne. Hevalên me heta niha bi sedan derb li dijmin dane. Ev yek jî ji wan derban e ku divê were lêxistin. Em ê wisa bikin ku ew dijmin li wir bişkê û gava careke din berê xwe bide rojavayê Zapê, wê bifikire û bizanibe ku hatin û mayîna li van axan ewqas ne hêsan e. Em ê bi vê biryar û ruhî li hemberî dijmin derkevin. Ev ji bo me xwerexnekirinek e. Li hemberî Rêbertiya me, gelê me, hevrêyên me û fermandarên ku em perwerde kirine, xwerexnekirina me ye. Em ê bi vê bawerî û helwestê xwerexnegiriyê erka xwe bidomînin.

Bi me bawer bin

Rêbertiya me ev demeke dirêj e di nava tecrîdê de ye. Di şexsê Rêbertî de li ser hemû gelê me tecrîd heye. Ji bo şikandina vê tecrîdê çi ji destê me tê em amade ne. Ji ber ku yê ku me afirandiye û em aniye vê rêjê Rêberê me ye. Em destên li ber Rêbertiya me radibin dişkînin. Em di vê bawerî û îradeya xwe de pir zelal in. Herî dawî me di şexsê heval Erdal û Rojhat de xencerek li dilê dijmin da. Em ê dîsa lê bidin. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiyê rabe û azad bibe çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê layiqî Rêbertiya xwe bin. Ji ber ku Rêberê me di şexsê xwe de pêşeroja miletekî guhert. Bi avêtina tovekî li erdê ji nû ve afirand. Îro em berhem û encamên vê yekê dibînin. Paradîgmaya gelan, paradîgmaya xweseriya demokratîk bi hemû dewlemendiyên xwe dijî. Di şexsê Rojava de tê dîtin. Ev bi saya Rêbertiyê pêk hatiye. Em jî şervan û fedayiyên Rêbertiyê ne. Em şopdarên heval Zîlan in. Em bi vê bawerî û îradeya xwe li vir amade ne. Bila rêxistina me pişta xwe bide me û bi me bawer be. Em di vê îdîa û biryarê de ne. Ji bilî tiştên ku ez ê bibêjim, ji hemû heval, hevalên xwe yên li qada şer û hevalên ku li çar aliyê cîhanê dixebitin re serkeftinê dixwazim.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.