Em tevlî Rêbertiyê dibin

În 21 Hezîran 2024 - 02:35

Komek ji ciwanên ku gotin:"Em refên gerîla yên ku li dijî faşîzm û îstîsmarê jiyana exlaqî û însanî diparêzin, weke warê xwe ya heqîqetê dibînin" ragihand ku ew tevlî nava refên gerîla bûne.

Ciwanên ku li çiyayên Kurdistanê daxuyanî dan wiha gotin:’’Xwestin jiyaneke bêyî Rêbertî bi me bidin pejirandin. Ev nêzî 4 sal in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Em weke ciwanên Apoyî dixwazin diyar bikin ku, em êdî saniyeyeke jî bêyî Rêbertî jiyanê qebûl nakin û qebûl nekin. Em bi îrade û ruhê şehîdan li dijî tecrîda 26 salan û faşîzmê têdikoşin û berê xwe didin Rêbertî û çiyayên azad.”

Em vê jiyanê qebûl nakin

Ciwanan, destnîşan kir ku mêtingerên faşîst ji bo tesfiyekirina Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê her cure planên qirkirinê dixin meriyetê û gotin:"Li hemberî vê yekê gerîlayên YJA-STAR û HPG'ê li Zap, Avaşîn û Metînayê destana berxwedanê dinivîsînin û bi operasyonên şoreşgerî hesab ji mêtingeriya faşîst, çekên kîmyewî û qedexekirî dipirsin û têk dibin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de divê her kes wezîfeyên xwe bi cih bîne. Divê hemû ciwan û jinên ciwan, gelê me yê hêja bizanibe ku, jiyana di sîwana faşîzmê de mirov nikare weke jiyan binav bike. Em jiyaneke bi sîstemeke bi vî rengî ya hov, tecawizkar, desthilatdar ku her roj jin, zarok û ekolojiyê qetil dike, vîna gel tine dihesibîne û her roj bi sedan mirovan davêje zindanan, qebûl nakin û nekin jî."

Çiyayên azad cihê me ye!

Ciwanan, dan xuyakirin ku ew bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd Bîşeng, Sara û Tolhildan weke rênîşanêrên xwe dibînin û gotin:"Em bi ruhê wan ê şerkeriyê tevlî Rêbertî dibin. Em weke ciwanên ku sond xwarine bi Rêbertî re bijîn, em refên gerîla yên ku li dijî faşîzm û îstîsmarê jiyaneke exlaqî û însanî diparêzin, mîna warên xwe ya heqîqetê dibînin. Her ciwanek ku dixwaze bi rengekî azad, însanî û bi rûmet bijî, li çiyayên azadiyê xwedî cihekî ye. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwan û jinên ciwan dikin ku heqîqetê nas bikin û biherikin nava refên PKK û PAJK'ê! Em bang li her kesî dikin ku di rêya Bîşengan, Sarayan û Tolhildanan de agirê berxwedanê geş bikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.