Em têgeha ‘Tirkiyeya bêteror’ red dikin
Pêncşem 24 Tîrmeh 2025 - 03:50
- Endama Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît wiha got:”Em têgeha ‘Tirkiyeya bêteror’ red dikin. Yanî têgeha terorê qebûl nakin. Divê her kes vê bizanibe. Tevgera Azadiyê, PKK’ê têkoşîna herî rewa a dîrokê meşand. Şerê hebûn û nasnameya gelekî meşand”.
Endama Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît li ser mijarên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, asta heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Medya Haber TV re axivî. Hêlîn Umît bersiv da pirsên rojnamevan Erdal Er:"Pêşî ez silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînim. Bi hemû raya giştî û gelê Kurd re, me jî di 9’ê Tîrmehê de dîmenên Rêber Apo û banga wî temaşe kir. Berî her tiştî, ew dîmen û peyamên tê de, di me hemûyan de hesteke taybet a dîtina Rêberî piştî bi salan çêkir.
Medyaya şerê taybet û dijberên me her tim hewl didin ku vê yekê bi vî rengî bigirin dest û bi vî awayî bişopînin, lê ev Tevger, Tevgera Rêberiyê ye. Yanî Tevgera Azadiya Kurd, bi awayekî şênber PKK; awayê avakirina hêza gerîla, bingeha wê ya manewî ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin.
Em têgeha ‘Tirkiyeya bêteror’ red dikin. Yanî têgeha terorê qebûl nakin. Divê her kes vê bizanibe. Tevgera Azadiyê, PKK’ê têkoşîna herî rewa a dîrokê meşand. Şerê hebûn û nasnameya gelekî meşand.
Ez di endezyariya civakî de nabêjim. Divê di wê wateyê de neyê dest girtin. Birîna bingehîn a Tirkiyeyê, birîna bingehîn a civaka Tirkiyeyê, ew qas hema hema di her qadê de paşketina gelên Tirkiyeyê ew e ku nikare pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike. Yanî ji ber bi Kurdan re aştiya xwe ya hundirîn nake ye. Tirkiyeyê ku nikaribe vê yekê bike, çi dike bila bike, di kîjan mijarê de gavê biavêje bila biavêje nikare demokratîk bibe. Nexwe wê bizivire û were serî.
Fikarên gelê me hene, ji ber ku gelek şerên taybet, gelek aloziya têgehê heye. Hundirê têgehan jî tê valakirin. Wateya peyva entegrasyon yekbûn e. Lê eger hûn bala xwe bidinê em tenê têgeha entegrasyonê bi kar naynin; dibêjin entegrasyona demokratîk. Li cîhanê tecrubeyên entegrasyonê heye.
Li Tirkiyeyê du muxalefetên cuda hene. Yek bi rastî jî dilsozê demokrasiyê ye, pêşketina Tirkiyeyê dixwaze, lê fikarên wê hene, fikarên wî ji gavên ku me avêtine hene.. Yanî wekî eceba ew ê werin bikaranîn… Dost û avaniyên siyasî yên pir hestiyar hene ku bi fikarên wekî ‘Eger Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bibe, wê çi li paş bimîne? Wê li Tirkiyeyê kî li ber xwe bide?’ tevger dike û dixwaze nêrînên xwe bigihîne me hene. Ya yekem muxalefetekî wiha heye, ya din jî muxalifetekî neteweperest heye; divê em her du ji hev cuda bikin.
Berî her tiştî, ez koma Aştî û Civaka Demokratîk û hevalên me yên ku ev çalakî kirin silav dikim. Bi rastî jî çalakiyek pir serketî û bi bandor bû. Ez dikarim vê bibêjim, merasîmek serbilind bû. Hem bi dîsîplîn, bi helwesta xwe atmosfera ku afirandin û girêdana xwe ya ji bo banga ku ji hêla Rêber Apo ve hatibû kirin danîn holê û bawer im bandor li her kesî kir.
Me pir israr kir ku komîsyon were avakirin. Armanc û sedemek vê hebû. Me xwest ev ji qada Tifaqa Cûmhûrê derbikeve û bibe mijareke Tirkiyeyê. Eger wisa nebe dibe pêvajo asteng bibe, li pêşiya civakbûnê astengiyên zêdetir derkevin pêş.
Ya din jî, em behsa mijara esas a Komara Tirkiyeyê ya ku jinûve tê avakirin, dikin. Lewma avabûna komîsyonê girîng e.
Di vê pêvajoyê de rola jinan her diçe zêdetir derdikeve pêş, wê derkeve jî. Ji ber ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk, di rastiyê de wê bibe pêvajoyeke welê ku jinan mohra xwe lê xistiye. Ji ber xwezaya xwe jî wiha ye.
Destpêkê ez Şoreşa 19’ê Tîrmehê di sala wê ya 13’emîn de pîroz dikim. Hemû gelê me yê di vê şoreşê de xwedan ked in, bi rêzdarî silav dikim.
Ji ber Şoreşa Rojava, DAÎŞ têk bir, tarîtiya DAÎŞ’ê têk bir. Bû sembola azadiya jinan û bû mînaka ku birêxistinbûna komunal û jiyan veguherin modelekê, ji bo kesên ku digotin ku ‘’jiyaneke din pêkan e’’ bû vehesînek.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN