Em tecrîdê bi hev re bişkînin
În 17 Mijdar 2023 - 00:45
MARTA SOMEK / JINNEWS / STENBOL
Hevseroka HEDEP'ê ya Stenbolê Gonca Yangoz got li dijî hemû êrîşan bi îdîane û got:“Alternatîfek bê HEDEP’ê nayê fikirîn. Em ê demokrasiyê jiyanî bikin. Em hemû kesî vedixwin meşa Gemlîkê ya Stenbolê ya 19’ê Mijdarê de wê pêk bê, dikin. Em wê rojê bi hev re tecrîdê bişikînin.”
Hevseroka HEDEP’a nû ya Stenbolê Gonca Yangoz xeta nû ya berxwedan û têkoşînê ji JINNEWS’ê re nirxand.
Gonca Yangoz zanîn ku li ku derê hewcedarî hebe li wir dixebitin û got:“Ez di malbatek rêxistinkirî de mezin bûm. Min di salên dibistana amadehiyê de dest bi têkoşînê kir û tu carî jê qut nebûm. Bi avabûna Kongreya Demokratîk a Gelan û fikriyatê re di HDK’ê de xebitîm. Piştre jî Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, hevserokatiya navçeyê û piştre jî li vir.”
GoncaYangozê yê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku HEDEP wê ji bo hilbijartinên herêmî li Stenbolê xebateke xurt bimeşîne û got:“Sedema êrîşên AKP-MHP’ê ev e ku em herêmê baş dizanin û nas bikin, riyên çareseriyê datînin holê. Li dijî van êrîşan em li Stenbolê bi îdia ne. Alternatîfek bê HEDEP’ê nayê fikirîn. Em vî bajarî, hemû aliyan diparêzin. Em tenê rêveberiyek nav çar dîwaran de nînin.”
Divê daxwaza hemû şoreşgeran be
Yangozê anî ziman ku ew ê bi gel re biryarên çareseriya pirsgirêkan bidin û ew ê rêxistinbûnê mezin bikin:“ Ji bo çareseriya pirsgirêka kedkaran, karkeran, xizanan em ê nîqaşan bikin, ji bo çareseriyê bikevin nava hewldanan. Em ê guhdar bikin û ji cih û herêmî demokrasiyê jiyanî bikin.”
Goncayê daxuyakirin ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan wê xebat û têkoşîna xwe bidomînin û got: “Şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxwaza gelê Kurd e. Lê divê ev daxwaza hemû demokrat û şoreşgeran be. Ji ber vê ji bo tecrîd, aştî û azadiyê divê tecrîd bê şikandin. Di 18’ê Mijdarê de ji Amed û 6 baskî wê meşa Gemlîkê dest pê bike. Di 19’ê mehê de jî ji Stnebolê didome. Em hemû kesî vedixwînin meşa Gemlîkê.”