Em sûcdar in, divê em li Serok xwedî derkevin

Pêncşem 10 Cotmeh 2024 - 02:05

Mehmet Ocalan anî zimên ji bo ku Ocalan ‘Rêberê Gelê Kurd’ bû bi komploya navnetewî Ew radestî Tirkiyê kirine, destnîşan kir tecrîda li ser Rêber Ocalan bi desteka van hêzên tê domandin û got, ew nizanin bê ka Ocalan li kû ye. Mehmet Ocalan her wiha diyar kir ku Ocalan hê jî li girtîgehê be ‘em sûcdar in’ û banga xwedîderketina li gel kir.  

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku herî dawî 25’ê adara 2021’an bi telefonê bi Rêber Ocalan re axivî. Ocalan anî zimên ji bo ku Ocalan ‘Rêberê Gelê Kurd’ bû bûye hedef û teslîmî Tirkiyê kirin û got,’’ “Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke gelek giran e. Ne pirsgirêkeke 26 salan e. Dewletên di komployê de cih girtin nedixwestin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Di nava 26 salên dawî de yek ji kesên herî zêde Serok dîtî ez im. Serok her tim xwest pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike û hêj daxwaza wî ew e. Dixwaze ku bêyî xwîn were rijandin, bêyî mirin çêbibe ev meseleye çareser bibe. Ev yek, daxwaza gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Lê belê hêzên hegemon ên navneteweyî ku sed sal berê Kurdistan dabeşî çar parçeyan kirin, di çarçoveya berjewendiyên xwe de nêzî pirsgirêkê dibin û Kurdan bi kar tînin. Ev yek tiştekî gelek kirêt e.”  

 Fersend nedan çareseriya demokratîk

Ocalan, destnîşan kir ku muxatabên pirsgirêkê guhên xwe li banga Abdullah Ocalan a “Em pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin” girtine û wiha pê de çû: “Ji bo çareseriya bi rêyên demokratîk fersend nedan. Hemû kesî dît bê ka çawa bersiv dan vê daxwazê. Her kes dibîne ka niha li Herêma Kurdistanê çi dikin.”

Tecrîd bi desteka komplogeran didome

 Bi domdarî Ocalan bi bîr xist ku 43 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin û wiha pê de çû: “Komplo berdewam e. Ev 43 meh in em agahiyan ji Îmraliyê nagirin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Mînaka vê di dinyayê de nîne. 4 mirov li wir in. Dijîn, najîn em nizanin. Ev, tiştekî însanî nîne. Ma wê kî vê qebûl bike. Ev siyaset siyaseteke pir kirêt e. Ev derhiqûqtî bi pejirandina hêzên di komployê de cih girtin tê domandin.” 

 Em sûcdar in

Ocalan, da zanîn ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan heta niha gelek kampanya hatine lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Ji sala 1999’an roja Serok birin girtîgehê heta niha Kurdan ji bo azadiya wî gelek berdêl dan. Gelê Kurd têkoşiya. Serok digot; ‘Divê her tişt di dema xwe de were kirin.’ Di navbera salên 2013-2015’an de me di vê mijarê de tiştek nekir. Lewma em sûcdar in. Ev rastî ye. Serok ji bo gelê Kurd têkoşiya. Ne ji bo malbat, xizm û gundiyên xwe, ji bo gelê Kurd têkoşiya.” 

Em nizanin Serok li kû ye

Ji bo mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk li Amedê bê lidarxistin jî Ocalan ev bang kir: “Bêyî ferq û cudahiya ziman, netewe û olan banga me ji bo her kesên xwedî wijdan e; divê her kesên dixwazin pirsgirêka Kurd were çareserkirin tev li mitîngê bibe. Em nizanin ka Serok li kû ye. Gelo li Îmraliyê ye? Divê her kes vê pirsê di 13’ê cotmehê de li Amedê bipirse. Dê 13’ê cotmehê bibe eynika kesên dixwazin pirsgirêka Kurd were çareserkirin.” 

 Divê em Xwedî li Ocalan derkevin

Ocalan, bang li Wezareta Dadê ya Tirk kir ku li gorî qanûnan tevbigere û wiha bi dawî kir: “Gelo wijdana vê çawa qebûl dike? Ev bû 43 meh tu agahî ji 4 kesan nayên girtin. Dema mijar dibe Kurd qanûnan ji bîr dikin. Bi qanûnên xwe bikin. Çima saziyên hiqûqê yên navneteweyî vê nabînin? Çima guhên xwe digirin? Wijdana raya giştî ya cîhanê çima bêdeng e? Serok, di bin vê dara em niha lê roportajê didin gelek pirtûk xwend. Di encama vê de kete nava têkoşîna ji bo gelê Kurd. Dema Kurd li ber tunebûnê wî Kurd bi hemû cîhanê da naskirin. Divê em jî xwedî li wî derkevin.” 

MA/EMRULLAH ACAR/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.