Em stratejîk bifikirin

Sêşem 20 Tîrmeh 2021 - 02:51

  • Mûrat Karayilan: Di vê demê de ku êrişên dewleta Tirk zêde bûne, em naxwazin ti partiya Kurd lawaz bibe. Eger Kurd xwîna Kurdan birijîne, em ê 100 salên din jî winda bikin. Wê wextê wê felaketa rasteqîn bê serê me.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji ANF'ê re axivî, Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê, berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê, girîngiya yekîtiya neteweyî û rewşa dawî ya bi PDK'ê re şirove kir.

Karayilan di destpêka axaftina xwe de Cejna Qurbanê li tevahiya alema Îslamê û li tevahiya gelên Kurdistanê pîroz kir û li malbatên şehîdan û dayikên şehîdan hemûyan pîroz kir û got: “Hêvî dikim ku rojên wisa pîroz weke cejn bibin wesîleya yekîtî, xweşî û serfiraziyê. Şoreşa Rojava sala xwe ya 9'emîn temam dike. Ez bi vê wesîleyê Şoreşa Rojava di serî de li gelê me yê xweşewîst ê Rojavayê Kurdistanê, li tevahiya gelê Kurdistan û li tevahiya gelên herêmê li gelan pîroz dikim. Di şexsê Xebat Dêrik, Gelhat, Arîn Mîrkan, Avesta û Karkeran de tevahiya şehîdên şoreşê bi hurmet, bi mînet bi bîr tînim, serê xwe li hember bîranîna wan ditewînim.”

Tehlûke nebuhurî ye

Karayilan balê dikişîne ser tehlûkeya dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê û nakokiya navbera xwe û PDKʼê û hewldanên Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê û hunermendên Kurd pîroz dike û tîne ziman ku hê tehlûke heye, lê bi van hewldanan têra xwe raya giştî ya Kurdan çêbûye û bandoreke mezin kiriye. Karayilan got: ''Lê belê ew rewşa xeternak nebihuriye. Ji ber ku hêzên leşkerî hîna pozîsyonên xwe diparêzin. Ji bo wê jî her dem guman heye ku li cihekî şaşî bibe, yan hinek tiştên mirov naxwaze pêk bê. Yanî ew rewş îro bi esasî nebihuriye. Ev hewldanên çêbûn, xuya ye hinekî feyda xwe bû, sekinand. Lê belê xeter hîna heye. Lê roja Çarşemê, Çarşema bihurî Hevserokê me Hevrê Cemîl Bayik daxuyaniyek da. Wisa der heqê mijarê de hinekî rewş zelal kir. Ev pir girîng bû. Di heman demê de got, Kek Mesûd bi hinek kesan re hevdîtin kiriye û ji wan re gotiye, 'Ez hîna li ser soza xwe me ku ji bo Kurd Kurd nekuje'. Got em jî bi vê kêfxweş in. Û xweşbîniya xwe anî ziman. Ev bi rastî çarçoveyeke girîng bû, ez jî tevlî dibim.”

Em hev xurt bikin

Karayilan hedef û armancên dewleta Tirk ên dagirkerin û qirkirinê destnîşan kir û ji Lozanê vir ve êrişên bi armanca qirkirinê li ser Kurdan bi bîr xist û îşaret bi girîngiya tifaqê Kurd kir: ''Divê em bi yek bin, em xwedî stratejiyeke hevbeş bin. Yanî stratejiyeke me ya neteweyî hebe. Eger em negihêjin stratejiyeke wisa, li şûna wê em bi xwe bi hev re mijûl bibin û li hev bixin, xwîna Kurd û Kurd bê rijandin ev wê bi me sed salî bide windakirin. Wê gelek tiştan bi me bide windakirin. Felaket wê çêbibe, felaket ev e. Tirsa me, xofa me ev e welehî. Bangê me ji bo vê ye. Yanî divê em 2023 bi stratejiyeke hevbeş pêşwazî bikin. Divê ku em hevdu zehîf nekin, kes kesî zehîf neke. Bila siyaseta Kurd xurt be. Ev dem divê rast bê xwendin. Ev dem ne demeke ji rêzê ye, ev dem demeke stratejîk e. Bêguman di têkoşîna siyasî, leşkerî de taktîk her heye, lê belê ev dem dema ku mirov stratejîk bikifire. 

Em naxwazin kes PDK'ê zehîf bike. Niha me bihîst di nava YNK'ê de hinek pirsgirêkên navxweyî hene. Em naxwazin YNK ji wan pirsgirêkan zerar bibîne. Em hêvî dikin ku berpirsyarên YNK'ê van pirsgirêkên navxweyî bi aqlê selîmî ne bi zehîfbûnê, lê bi xurtbûnê derbas bikin. Ez vê ji bo tevahiya rêxistinên Kurdî dibêjim.''

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.