Em sîstema qirkirinê tine bikin

În 14 Sibat 2025 - 03:30

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di sala 27'an de wezîfeya bingehîn a li dijî komployê têkbirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ye. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Rojhilata Navîn; di xefika zihniyeta netew-dewletê de tê girtin û di nava pirsgirêkan de, bêçareserî tê hiştin. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn û sîstema netew dewletê wê ji her demê zêdetir, Rojhilata Navîn rû bi rûyê xwîn û komkujiyan bihêle. Di pevçûnên Fîlîstîn û Îsraîl de, bi deh hezaran kes hatin qetilkirin. Îro li Sûriyeyê bi hilweşîna rejîma Baas re HTŞ’ê dest danî ser rêveberiyê û li ser wê re hîn jî pêşeroja Sûriyeyê ne diyar e. Şerê li herêmê qewimî, yekser bi hebûna sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê re eleqeder e. Di nava 26 salan de, li dijî vê komploya xayîn berxwedana Rêbertî, gerîlayên me, hevalên me yên li zindanan û pêkhateyên modernîteya demokratîk bêhempa ye. Di nava van 26 salan de, berdêlên pir mezin hatin dayîn. Berxwedan û têkoşîneke mezin hatiye dayîn. Bi saya vê têkoşîna mezin, hêzên komploger ên navneteweyî û hêzên hevkar negihiştin armanca xwe. Di sala 27’an a komployê de, bi temamî tunekirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê wezîfeya me ya sereke ye û di 26 salên derbas bûyî de têkoşîna hatî meşandin gelek destkeftî bi gelê me û dostên me daye qezenckirin. Destkeftiya herî mezin jî ew e ku hêza çareseriyê ya paradîgmaya nû ya Rêbertî ne tenê ji aliyê me û dostên me ve hate qebûlkirin, di heman demê hêzên di vê komployê de cih girtine jî neçar mane vê çareseriyê qebûl bikin.

Divê em pêngavê biser bixin

Rêbertiya me hewl dide ji pêvajoyê û şûn ve di serî de li Kurdistanê ji bo pirsgirêka Kurd di perspektîfa Netewa Demokratîk de çareseriyekê pêş bixe û ji bo Rojhilata Navîn û hemû gelan modelekê biafirîne. Ev pêvajoya ku Rêbertiya me daye destpêkirin, divê rast were fêmkirin û tevlîbûneke rast jî jê re çêbibe. Lewma Rêbertiya me dibêje, ‘vê carê teqez divê em bi ser bikevin’. Pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ya li ser bingehê azadiya Rêbertî hatî meşandin û bi pêşengiya dostan weke pêngaveke gerdûnî hatî destpêkirin, bi armanca şikandina tecrîda girankirî û mîsogerkirina azadiyê tê meşandin. Divê em vê pêngavê bigihînin serketinê. Bi vê îdîa û baweriyê, em ê li her derê vê pêngavê hîn zêdetir pêş bixin, girseyî bikin û bi rengekî xurt ji bo protestokirina salvegera komployê û ji bo tunekirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê, hîn bi xurttir têbikoşin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.