Em serî natewînin
Duşem 3 Sibat 2025 - 02:50
Rojnameger Bêrîtan Canozer di 2014’an de di JINHA de dest bi rojnamegeriyê kir. Di 16’ê Kanûna 2015’an de dema li Sûrê ya Amedê nûçe dişopand hat binçavkirin û girtin. 4 mehan girtî ma û di rûniştina ewil de hat tahliyekirin. Bêrîtan Canozer ku di JINNEWS’ê de faliyetên xwe berdewam kir di 25’ê Nîsana 2023’yan de hat binçavkirin û girtin. Du mehan girtî ma û hat tahliyekirin. Bêrîtan Canozer ku heta niha 2 caran hat girtin, 7 caran hat binçavkirin, derbarê wê de 13 lêpirsîn hat vekirin. 10 heb veguherîn dozê. Herî dawî Dadgeriyê ji dosyaya ‘propagandaya rêxistinê’ derbarê wê de salek, 10 meh ceza erê kir û di 2016’an de di dosyaya bi HAGB'ê encam bû jî ji nûve darizandinê dest pê kir. Bêrîtan Canozer ku bi salan e hedef tê girtin wiha got:“Ev pêvajo ne pêvajoyeke ku bi hikûmeta AKP’ê dest pê kiriye. Di salên 90’î de xebatkarên çapemeniya azad hedef hatin girtin û belavkarên rojnameyan hatin qetilkirin. Dema Apê Mûsa hat qetilkirin hêj hikûmeta AKP'ê nebû. Lê di wê rojê de zîhniyeta hikûmeta AKP’ê jî hebû. Ev zîhniyeta ku bi salan e em têdikoşin jî ev e. Ev ne şerê li dijî partiyeke siyasî û hikûmetê ye. Li hemberî vê zîhniyeta faşîst e. Ew zîhniyeta faşîst îro jî xwe ferz dike.”
Çapemeniya azad bêdeng nabe
Bêrîtan Canozer got ew hemû bên girtin jî ciwanên ku qet rojnamegeriyê nizanin wê derkevin kamera û pênûsê li erdê nehêlin û got:“Ev keneşopiyeke. Ev îradeya generalbûna Apê Mûsa ye. Hesabên me hemûyan hatin astengkirin, girtin. Lê yên nû tên vekirin. Li me doz tên vekirin. Lê em serî natewînin. Em şûnde gav navêjin, luksek me ya wisa tuneye. Di çend mehên dawî de jî hevalên me li Rojava hatin qetilkirin. Gelek hevalên me birîndar bûn. Lê em şûnde gavê navêjin, serî natewînin. Em nivîsandinê didomînin. Tu tişt ne hinceta şûnde kişandinê ya gavên me ne. Bi saya çapemeniya azad polîtîkayên li Kurdistanê tên meşandin tên teşhîrkin. Îradeya gelê Kud hedef tê girtin. Ez gelek caran hatim binçavkirin. Hatim girtin. Doz û lêpirsîn hatin vekirin. Ji dosyayên ku ji 7 salan heta 15 salan hatim darizandin hebûn. Di şexsê gelê Kurd de çapemeniya azad tê hedefgirtin. Hewl didin me bêdeng bikin. Çapemeniya azad bêdeng nema û wê bêdeng nemîne.”
JINNEWS/DERYA REN