• Ji lîstikvanên "Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû" Perînaz Delazy got, lîstika wan bi hinceta ku "pano şewitiye, ceryan tine ye û pirsgirêkeke teknîkî heye" hatiye betalkirin. 

MUJDAT CAN / MA/AMED

Piştî ku Qeymeqamtiya Tetwanê bi hinceta "pirsgirêkên teknîkî" lîstika "Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû" a Şanoya Mencelê betal kir, lîstikvanên Şanoya Mencelê got, “Em ê bi serbilindî hunerê xwe bidomînin." 

Ji lîstikvanên "Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû" Perînaz Delazy got, lîstika wan bi hinceta ku "pano şewitiye, ceryan tine ye û pirsgirêkeke teknîkî heye" hatiye betalkirin. Delazy da zanîn ku hevalên wan têkildarî mijarê hevdîtin bi midûriyeta polêsan û qeymeqamtiyê re kirine û got, "Midûriyeta polêsan û qeymeqamtiyê ji hevalên me re gotin, 'Me destûr daye. Lê navenda çandê lîstik betal kiriye.' Lê em pê hesiyane ku wê rojê ti pirsgirêkên teknîkî tine bûne û li wir bernameyeke din hatiye lidarxistin. Me jî got, pirsgirêka teknîkî çi be, em amade ne hel bikin û çi pirsgirêk çêbin em ê bilîzin. Ji me re gotin, 'Daxwaznameya xwe bidin em ê car din binirxînin.'"

Delazy destnîşan kir ku meseleya sereke ne pirsgirêka teknîkî ye, ev qedexe û astengî bi salan didomin. Delazy got, xwedîderketina li muzîk û şanoya Kurdî qedexe pûç kirine: "Lê bi van qedexeyan ne dikarin me bidin sekinandin ne jî dikarin bi ser bikevin. Hunerê Kurdî dê tim bê îcrakirin. Îro nebe wê sibê bibe. Lê teqez ev ê bê lîstin û lîstikên Kurdî bidomin." 
 
‘Em ê asta şanoyê bilindtir bikin’ 

Şanogerê Mencelê, Ferhat Aslan jî got, ev qedexe ne cara ewilî ye: "Em xebatên xwe bi zimanekî qedexe dikin. Qedexe bi hincetên cuda didomin. Car heye, bi temamî tên qedexekirin û car heye jî bi hin hincetên pûç tên betalkirin. Yanî her tim pirsgirêkê didin der. Lê em ê li gel vê zorî û zehmetiyê jî serî netewînin û em ê hunerê xwe bidomînin."

Aslan got, qedexe çi dibin bila bibin, “em ê tim li ser dikê bin. Armanca van qedexeyan ew e ku em dest ji şanoyê berdin. Em, heger dest ji şanoyê berdin, em ê xiyanetê bikin. Şanoya Kurdî çawa hatibe vê astê, ji niha û pê de jî dê ber bi asteke din ve jî biçe." 

Aslan bang kir da ku her kes xwedî li hunerê Kurdî derkeve.