Em qeyûm û tecrîdê nasnakin

Çarşem 19 Hezîran 2024 - 00:06

Hêzên Ked û Demokrasiyê li Stenbolê dijî dagirkeriya qeyûm Nobeta Dadê girtin. Di Nobeta Dadê de ya li Şîşhane ya Beyoglu hate gotin ew tecrîda li ser Ocalan û qeyûma li ser vîna Kurdan nasnakin û qebûl nakin.

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de çalakiya xwe ya “Nobeta Edaletê” li Qada Şîşhaneya Beyogluyê domandin. Çalakgeran pêşmalkên li ser “Bicehime qeyûm” dinivîsand li xwe kirin.

Berdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Dayikên Şemiyê, Platforma Komeleyên Rojhilat-Başurê Rojhilat (Dogu-Guneydogu), Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF), Komeleyên Gundên Çewligê, Komeleya Alîkarî, Pêşxistin û Çandê ya Navçeyên Kîgi-Karakoçan-Adakli-Yayladere-Yedîsûyê (KAYY-DER) , endamên Înîsiyatîfa Deng Bide Azadiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
Bi salan e haya me ji Ocalan nîne 
Xizma girtî Fincê Akman a di çalakiyê de axivîye Denîz Poyraz a li Îzmîrê hatiye qetilkirin bi bîr anî. Akman bal kişand ser çalakiya girtiyan a bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêber  Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ev tişt gotin: “Em ji zarokên xwe yên di girtîgehan de tên ragirtin ev du meh in tu agahiyê nagirin.” Akman da zanîn ku girtî di bin tecrîdekî giran de tên ragirtin û wiha pê de çû: “Bi salan e em ji birêz Abdullah Ocalan tu agahiyê nagirin. Abdullah Ocalan îradeya me û zarokên me ye. Tecrîda li ser zarokên me tecrîda li dijî me ye. Em vê tecrîdê şermezar dikin.” 

Wê dawî li desteserkirinê were 
Serokê DEDEF’ê Alî Riza Bîlîr anî ziman ku ew tayînkirina qeyûm rast nabînin. Bîlîr diyar kir ku ew tayînkirina qeyûm wek “biçûkxistina mezin a demokrasiyê” digire dest û bilêv kir ku divê xespkirina îradeyê were bidawîkirin.” 

Tevgera hevpar girîng e 
Hevseroka Federasyona Komeleyên Karakoçanê KAR-DEF) Zelal Ayik Degîrmencî wiha axivî: “Li dijî tayînkirina qeyûm, tevgera hevpar girîng e. Gelê Kurd tim hebû û dê her tim jî hebe. Tu kes nikare di vê civakê de cihêkariya me bike.” 

Em qeyûm nasnakin 
Hevserokê KAYY-DER’ê Ahmet Tuzun diyar kir ku ew li dijî qeyûm in û bilêv kir ku divê hemû derdor li dijî vê yeke dengê xwe derxin. Tuzun wiha axivî: “Em li bendê ne ku taybetî jî partiyên siyasî divê bêhtir li dijî tayînkirina qeyûm deng derxin. Yên ku digotin, yên bi hilbijartinê tên divê dîsa bi hilbijartinê biçin, îro dixwazin polîtîkayên qeyûm bidomînin. Em feraset û polîtîkayên qeyûm nas nakin.” 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.