Em qadên azadiyê ava bikin

În 24 Çile 2025 - 03:00

Endamê Meclisa Giştî ya HDK û Parlamenterê DEM Partî yê Stenbolê Cengîz Çîçek, têkildarî peyama Rêber Abdullah Ocalan a piştî hevdîtina dawî û kampanyaya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” ya HDK’ê axivî. Çîçek, diyar kir ku wan li gorî geşedanên li Rojhilata Navîn rû didin kampanyaya xwe dane destpêkirin.  

Çîçek, anî ziman ku aştî sedema hebûna HDK’ê ye û got:“Yek ji hedefa me ya esasî ya ji vê kampanyayê ew e ku li dijî polîtîkayên desthilatdaran ên dabeşkirinê û şer, helwestekî aştiyane pêş bixin. Armanc ne tenê milyonek îmze ye. Em dixwazin zemîna aştiyê xurt bikin. Em dixwazin guhertinan jî bidin kirin. Bi kampanyaya îmzeyan re em dixwazin têkoşîna birêxistinkirinê bidin destpêkirin û xwe bigihînin milyonan kesan. Di çarçoveya kampanyayê de wê civîn bên lidarxistin û li tax, gund, malan serdan bên kirin. Em ê ne tenê aliyê îmzeyê, aliyê civakî yê aştiyê jî birêxistin bikin. Em bang li her kesî dikin ku bibin kirdeya vê xebatê.” 

Li ser maseyan aştî nabe

Çîçek, got ku kampanyaya aştiyê li dijî konsepta şer weke çareserî dibînin û got:“Li dijî şerê li Rojhilata Navîn, em weke pêşniyara çareseriyê dibînin. Ew ê di navenda kampanyayê de jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hebe. Daxwaza aştiyê ya gelê Kurd ne ji bo binpêkirina mafên gelên din e. Berevajî vê, ji bo parastina mafên wan jî ye. Divê hemû gel, civak, bawerî, kedkar, jin, ciwan û parastvanên hawirdorê bi hev re komara demokratîk ava bikin. Ev mecbûriyeteke. Aştî, bi axaftina ser maseyê nayê. Weke birêz Ocalan dibêje; aştî di nav xwe de veguherîna demokratîk jî divê esas bigire.” 

Divê muxalefet dûr nemîne

Cengîz Çîçek, anî ziman ku ew encama piştî hevdîtinên Şandeya Îmraliyê derketî holê girîng dibînin û got:“Yek ji sedema bingehîn a têkçûna pêvajoyên heta niha, dûrmayîna partî û derdorên muxalîf a ji pêvajoyan bû. Dûrmayin an jî dijberiya wan a di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de ne bi wan dide qezenckirin ne jî bi gelan. Girîng e ku niha li dij dernakevin. Divê muxalefet û derdorên siyasî yên cuda jî tev li pêvajoyê bibin.  Weke HDK û DEM Partiyê em bang li muxalefetê dikin; ev bangeke. Werin em bi hev re qada xwe ya azadî û aştiyê ava bikin. Werin em bi hev re aştî, refah û azadiya gelên Tirkiye û Kurdistanê heq dikin bi têkoşîneke rêxistinkirî pêk bînin.” 

MA/OMER GUNGOR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.