Em piştgiriyê bidin bangê
Şemî 17 Gulan 2025 - 03:10
Hevseroka KNK'ê Zeynep Murad, ku tevli Kongreya NADA'yê bû, diyar kir ku ew wek KNK û jin piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û wiha got: "Em weke siyasetmedar û di serî de jin divê piştgiriyê bidin vê bangê û xwedî lê derkevin."
Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) yekemîn kongreya xwe li oteleke Silêmaniyê li dar xist. Jinên ji Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiye, Bakurê Afrîka, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek welatên din beşdarî kongreyê bûn û jinan di kongreyê de gelek mijar nîqaş kirin.
Yek ji kesên beşdarî kongreyê bû jî Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Mûrad e.
Zeynep Mûrad, bal kişand ser "Banga Civaka Demokratîk û Aştiyane" ya ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin û da zanîn ku bangê bandorek mezin li ser siyaseta li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê kiriye.
Zeynep Murad, diyar kir ku ew wek KNK û jin piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û wiha got: "Em weke siyasetmedar û di serî de jin divê piştgiriyê bidin vê bangê û xwedî lê derkevin. Birêz Ocalan bi salan têkoşînek mezin da heta vê astê. Dema em li cîhanê dinêrin şer û windahiyên mezin hene. Ji aliyê din ve Kurd xwedî hêzeke mezin in, xwedî dîplomasî û xwedî hêzeke mezin in. Ji bilî lihevhatinê em nikarin tiştekî din qebûl bikin . Divê herkes tişta dikeve sermilê wan bikin û bi berpirsiyarî tevbigerin.”
JINNEWS/SILÊMANÎ/DÎLAN BABAT