Em PDK’ê li Qereçox naxwazin

Şemî 4 Mijdar 2023 - 00:25

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî lihevkirina navbera hêzên PDK û Iraqê ya li ser çiyayê Qereçox meşek girseyî lidarxistin. Meşa xelkê wargehê bi daxuyaniya çapemeniyê bidawî bû.

Meş bi kombûna xelkê wargehê ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta li ber seytereya hikûmeta Iraqê ya derketina wargehê berdewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedan Mexmûrê”, “Bimire xiyanet” û “Bê Serok jiyan nabe’ hatin bilind kirin. Her wiha posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan. Piştî ku meş gehişt li ber seytereya hikûmeta Iraqê, şandeyek ji rêveberên wargehê bi rayedarên Iraqê re hevdîtin pêkanîn. Ev hevdîtin nîv saetê dewam kir. Piştî ku hevdîtin qediya şandeya ku hevdîtin pêkanî, ji xelkê wargehê re encamên hevdîtinê eşkere kirin.

Baweriya me bi PDK’ê nîne

Ji Şandeyê Mamoste Seîd Çomlek têkildarî naveroka hevdîtinê ji girseya gel re axivî û got: “Me bi dehan car ji rayedarên Iraqê re jî daye diyar kirin ku em hatina PDK’ê ya li çiyayê Qereçoxê qebûl nakin û îro jî li ser heman mijarê, em li vê derê kombûne. Li ser vê mijarê me dîsan bi fermandarê Iraqê yê payebilind re hevdîtinek kurt pêkanî. Di vê hevdîtinê de me carek din daxwazên xwe dubare kir, me got em hebûna PDK’ê ya li çiyayê Qereçoxê qebûl nakin, em dixwazin parastina me ji aliyê hikûmeta Iraqê ve pêk were. Her çiqas PDK hêzekî Kurd e, lê hevkariya dewleta dagirker a Tirkiye dikin  baweriya me bi wan nayê. Axaftinên ku rayedarê Iraqê ji me re gotî ev e; “Nûçeyên ku di çapemeniyê de hatine weşandin şaşin, yanî li gorî hatî diyar kirin em Qereçox radestî PDK’ê nakin. Em dixwazin em û hun ji hev bawer bin, em garantiyê didin wê di her noqteyekê de hêzên me hebin, wê hem parastina herêmê û hem jî parastina wargehê bikin.” Yanî weke encam em dikarin bêjin wê di Qereçox de, xalên Iraqê yên ku li ser me xeteriyê pêkbînin li gorî daxuyaniyên hêzên Iraq wê nebe. Me jî got emê bişopînin, wan jî gotin ku ji xwe hêzên PDK li herêmê bi cih nebûne, hêzên Iraqê li herêmê bi cihbûye. Eger hûn bawer nakin hûn dikarin piştî demekê din bên di cihê wê bixwe de bişopînin. Me jî got ji bo xelkê me îqna bibe em dixwazin bibînin, eger em îqna nebin wê çalakiyên me bidomin.”

Piştî axaftinên şandeyê gel belav bû.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.