Alîkarê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Unite the Union ku kampanya 'Azadî ji Ocalan re' dimeşîne Tony Burke diyar kir ku wê kampanya xwe xurtir bikin û got, "Ocalan wê li wê giravê bi tenê neyê hiştin." 

Kampanya "Azadî ji Ocalan re" ji aliyê mezintirîn sendîkayên li Qraliyeta Yekbûyî Unite the Union a ku 1.5 milyon endamên xwe hene û GMB'ê ku 700 hezar endamên xwe hene, tê meşandin. Gelek sendîka û tevgerên çandê tevlî kampanyayê bûn. Bi milyonan karker û kedkar ji aliyê rêxistinên di nava kampanyayê de tên temsîlkirin.

Sekreterê Giştî Yê Unite the Union Tony Burke di heman demê de endamê Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ye. Vê delegasyonê sala 2019'an di dema grevên birçîbûnê de serdana Tirkiyeyê kiribû.

Tony Burke ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û destnîşan kir ku bêdengiya Ewrûpayê ya li pêşberî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan 'cihê şermê ye'.

Burke got, "Yekîtiya Ewrûpa (YE) li dijî tecrîdkirina Ocalan helwestek tund nîşan nade. Yekîtiya Ewrûpa û Parlamenta Ewrûpa (PE) xwedî hêz e û dikare li dijî tecrîdê tiştekî bike. Dikarin helwestek zelal nîşan bidin. Li Tirkiyeyê dîktatorî heye."
Burke, Ocalan weke Mandelayê Rojhilata Navîn destnîşan kir û got, ew ê Ocalan li Îmraliyê tenê nehêlin.

NAVENDA NÛÇEYAN