Em nêzîkatiya jirêzê qebûl nakin

În 4 Cotmeh 2024 - 01:55

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêk Kurd re çareseriya siyasî” kampanyaya “Tirêjên Rojê” dabû dest pê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Kantona Bernê ya Swîsreyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Bahnhofplatzê hatin ba hev. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Berjîn Zenda hat lidarxistin. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TekoJIN, aktivîsyên ciwanên şoreşger ên Swîsreyî û welatparêzên Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Berjîn Zenda Gulîstan Sadon daxuyanî da, bi bîr xist ku salvegera pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” nêz dibe û got:“Em nêzîkatiyek ji rêzê ya li dijî Rêberê xwe qebûl nakin. Em ê weke jin li her derê azadiya Rêbertiya xwe biqîrin.” Dilbirîn Turgut jî li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê mafê axaftinê girt û diyar kir ku ew ê tu carî dev ji xeta Rêbertiyê bernedin. Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê Parlementerê HDP’ê yê berê siyasetmedar Ferhat Encu axivî. Kurd û dostên xwe piştî axaftinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya rûniştinê  nêzî 2 saetan dewam kir. Çalakiya rûniştinê bi sirûda “Çerxa Şoreşê” bi dawî bû. Çalakiya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre hatibû destpêkirin, dewam dike. Di çalakiya vê hefteyê de di şexsê gerîlayên HPG'ê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên çalakiya fedayî kirin de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Komîteya Amedekar a Çalakiyê Veysel Kuşkanadi got:“Dixwazin bi tecrîda mutleq Rêbertiya me ji gel qut bikin. Heta Rêbertiya me azad nebe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.’’

Banga çalakiyan hate kirin

Li paytexta Oslo ya Norveçê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Qada Stasyona Sentral stand hat danîn. Stand ji aliyê NCDK-OSLO’yê ve hate danîn û di serî de Norveçî gelek kesên ji gel û welatên cuda eleqe nîşanî standê dan û danezan û broşurên danasînê yên hatin belavkirin xwendin. Hevserokê NCDK-OSLO’yê Andam Aso der barê çalakiyê de agahî da û got:“Em di çalakiyê de derbarê Rêber Apo de agahî didin û nivîs û pirtûkên wî belav dikin.” Li ser navê Platforma Jinên Kurd a Norveçê Ayser Yuce û aktivîsta KJAR’ê Mojgan Chapkar jî anîn ziman ku ew ê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên xwe mezin bikin. Malbatên Şehîdan jî tevlî çalakiyê bûn. Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê jî bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî stand hate danîn. Çalakî ji aliyê Meclîsa Frankfurt û Meclîsa Jinê ve li Hauptwache hate lidarxistin. Di çalakiyê de danezana bi zimanê Elmanî ya ji aliyê KON-MED’ê ve hate xwendin. Hate diyarkirin erka herkesî ye ku xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkeve û ji bo meşa navendî ku wê bi pêşengiya jinan 9’ê Cotmehê di saet 15:30’an de û 12’ê Cotmehê bê lidarxistin, li herêma Frankfurtê helwestekî mînak raber bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.