Însiyatîfa Nûn hewldanên xwe ji bo berbelavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan didomîne
Berdevka Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Sewsen Şoman têkildarî mijarê got:"Em ê 15`ê Sibatê ji rojeke reş bikin salvegera serhildanê ji bo ku tovê hêviyê biçînin. Em careke din soz didin şopdarên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku têkoşînê berdewam bikin heta ku Rêbertî ji girtîgehê azad bikin." Sewsen Şoman bal bire ser sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got:"Darizandin şeklî bû, nekarî parastina xwe bike. Bi nêrîna min şanoyek bû ku berê jê re amadekarî hatibû kirin. Qanûna li Îmraliyê tê ferzkirin, ji qanûnên dewleta Tirk jî cuda ye. Qanûnek li gorî keyf û kîndariya desthilata Tirk e."
Li hember van sûcan, Sewsenê CPT ku Îlona 2022`yan serdana Îmraliyê kiriye û heta niha têkildarî rewşa wî di girtîgehê de tu daxuyanî nedaye, rexne kir. Sewsen anî ziman ku rêxistinên mafên mirovan li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin û binpêkirina Tirkiyeyê ya peymanên ku îmze kirine, bêdeng in.
CPT’yê hevdîtin red kir
Têkildarî geşdanên girêdayî serdana Însiyatîfa Nûn ji bo Meclisa Ewropayê û hevdîtinên wê bi parlamenteran, Komîteya Parêzeran a Qibrisê, blokên rastgir û çepgir ên Fransayê de Sewsenê bi bîr xist ku CPT`yê daxwaza wan a serdanê red kiriye û got:"Parlamenterên ewropî eleqedariyeke mezin nîşanî doza Rêber Abdullah Ocalan dan û di heman demê de gotin pêwîstiya doza wî bi biryareke siyasî heye."
Sewsen sedema vê helwestê vegerand hegemoya dewletên kapîtalîst ku hebûna fikrê Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn ne li gorî wan e berovajî wê hewl didin ku herêma Rojhialta Navîn, bikine herêmeke şer. Dewletên kapîtalîst û hegemon ên cihê xwe di komployê de girt û heta niha bi bêdengiya xwe li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, lîstika xwe ya kirêt dewam dikin.
Înîsiyatîf xebatên xwe berfireh dike
Li gorî Sewsenê însiyatîfa ku ji gelek çalakvan, siyasetmedar û lêkolînerên ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn pêk tê, xebatên xwe ji bo belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî berfirehtir zêde û wiha got:"Însiyatîfê bi kombûna jinan a demokratîk a li herêma Beqa ya Lubnanê re dest bi hevkariyê kir, civînek ji jinan re li dar xist, fikrê Rêber Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî şîrove kir. Em hêvî dikin ku mîna van çalakiyan firehtir li dar bixin ji bo ku zextê li civaka navneteweyî bikin da ku biryareke siyasî ya adil der heqê Rêber Abdullah Ocalan de bide û azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Jinên ku însiyatîfê bi wan re hevdîtin çêkirine, li welatên xwe komên nû çêdikin ku bi rêya wê fikrên Rêber Abdullah Ocalan belav dikin. Her endameke însiyatîfê, mîna şaneke mêşêhungiv dixebite. Her yek li herêma xwe hewl dide bala jinan bikişîne ji bo ku wan perwerde bike û bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bide nasandin."
ANHA