Em nahêlin dewlet me qedexe bike

Pêncşem 28 Cotmeh 2021 - 23:11

  • Înîsiyatîfa "PKK-Verbot Aufheben! (Qedexekirina PKK´ê betal bikin)" ji ber ku hîna beriya xwepêşandana navendî ya li dijî qedexekirina PKK´ê astengkirina mafên bingehîn rexne kir. 

Înîsiyatîfa "PKK-Verbot Aufheben! (Qedexekirina PKK´ê betal bikin)" ji ber ku hîna beriya xwepêşandana navendî ya li dijî qedexekirina PKK´ê astengkirina mafên bingehîn rexne kir. Înîsiyatîfê da zanîn ku ji bo hefteya çalakiyên li dijî qdexeyê û çalakiya navendî ji niha ve rayedarên ewlekariyê yên Elman gelek astengiyan derdixin û nexasim jî mafên sereke binpê dikin.  

Doh gava nûçeya me ji weşanê re dihat amadekirin, jî li dijî eyaleta NRW û polêsê Kolnê dozek li Dadgeha Îdarî ya Kolnê bi rê ve diçû. Beriya bi du salan Polêsê Kolnê bi nûçeyên derew hewl da xwepêşandana Kurdan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê asteng bike. Organîzatorên xwepêşandanê doz li Polêsê Kolnê vekir û niha Polêsê Kolnê tê dadgehkirin. Organîzator dibêjin, Midûriyeta Polêsan mafê civîn û xwepêşandanê binpê kiriye. Organîzator dixwazin, Dadgeha Îdarî ya Kolnê van binpêkirina tesbît bike da ku polêsê NRW’ê careke din bi vî rengî li dijî Kurdan û xwepêşanderên muxalif tevnegere. 

Niha li dijî çalakiyên li dijî qedexeyê

Înîsiyatîfa "PKK-Verbot Aufheben!" da zanîn ku xebatên wan ên ji bo bidawîkirina krîmînalîzekirina Kurdan û PKK´ê bi rêya blokekirina malperan, hesabên di medyayên dijîtal û astengkirina bêusûl a daliqandina plakartan ji niha ve tên astengkirin. Bi daxuyaniyekê înîsiyatîfê da zanîn ku ew ê nehêlin ku rayedarên Elman wan bitirsînin. 

Wan got, "Em ê dîsa jî xwe xurttir bi rêxistin bikin, û ji bo vê xwepêşandanê seferber bikin. Em nahêlin ku me qedexe bikin û em ê 27´ê Mijdarê li dijî qedexekirina PKK´ê li Berlînê dakevin meydanan. Em careke din bang li her kesê demokrat û aştîxwaz dikin ku li ba me cihê xwe bigirin. Bijî piştgiriya navneteweyî! Berxwedan jiyan e! Qedexekirina PKK´ê betal bikin!"

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.