‘Em naçin yek bi yek!’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Çile 2025 - 01:15

Hunermend Zubêr Salih li ser Facebookê stranek nû parve kir. Navê stranê “Bibin Yek” e. Hunermend dibêje:

Gelê Kurd tev de rabin bibin yek bibin yek
Bila dijmin baş zanibe em naçin yek bi yek

Ji rojnameya Ronahiyê rojnamevan Hemza Sêvo bo stranê hunermend re axiviye. Zubêr Salih dibêje: “Derfeta ku bi dest ketiye, derfeteke zêrîn e. Me li Rojava bi xwîna şehîdan û keda şervanan destkeftî bi dest xistin. Bi hezarên sala ye ku şer û pevçûn li ser gelê kurd tê meşandin, di wexteke ku em bê çek bûn, em tune nebûn, gelo em ê bi vê hêza ku parastina me dike, bên tunekirin? Bav û kalên me di serdemên kevnar de gotin: ‘Eger em nebin yek, em ê herin yek bi yek.’ Lê îro bila dijminên me bizanibin em naçin yek bi yek.”

Hunermend Zubêr Salih bang kir ku daxwaza her kesî yekrêziya kurdî ye û got: “Niha li derodar Minbicê, Bendava Tişrînê û deverên din şervanên me şerekî ji bo parastina gel û axa xwe dikin. Piştgiriya şervanan erka hemû kesî ye. Rewşenbîr bi pênûsa xwe, hunermend bi stranên xwe, rojnamevan bi axaftinên xwe û muzîkjen bi awazên xwe dikarin bibin pişt ji YPG û YPJê re.”

*Ev nûçe ji malpera kovara Huner hatiye girtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.