Em lihevkirinê red dikin

Pêncşem 12 Îlon 2024 - 01:35

Kanala El-Ehed ku agahiyên xwe dispêrê çavkaniyeke xwe ya taybet ragihand ku Hemahangiya Şîyean bi beşdariya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Desteya Heşdî Şeebî Falih Feyaz civiya û li dijî ‘lihevkirina îstixbaratî û ewlekariyê’ ya di navbera dewleta Tirk a dagirker û Iraqê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya Çarçoveya Hemahengî ya Şieyan de hate gotin:“Em rê nadin metnek ya lihevkirinê ji bo leşkerên ne şer-î yên dewleta Tirk re li nav axa Iraqê bibe sêwanek.” Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku di civînê de tekezî bi pêwîstiya parastina serweriya xaka Iraqê û nehiştina tu destwerdaneke derve ku zirarê dide ewlekariya netewî ya Iraqê hate kirin. Çarçoveya Hemahengiyê eşkere dike ku divê ew lihevkirin li ser esasê rêzgirtina mafên Iraq û xaka wê be û ji bo vekişîna tevahiya artêşa Tirkiyê ji Iraqê demek were danîn û hate gotin: “Rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê avakirina navendeke ewlehiyê di nav sînorên Iraqê de û hebûna deverên di bin kontrola hêzên dewleta Tirk a dagirker û qirker de bi tundî red dikin.” Çarçoveya Hemahengiyê bang li hikûmeta Iraqê kir ku ji bo misogerkirina berjewendiyên Iraqê di lihevkirinên li gel welatên cîran de gavên cidî bavêje û pêwîst dît ku di ‘lihevkirina ewlekariyê’ de leşkerên Tirk li gorî biryarên dadweriya Iraqê bin. Her wisa rêveberên Çarçoveya Hemahangiya Şîeyan di civînê de bal kişandin ser vê yekê ku ew nahêlin ev lihevkirin ji bo leşkerên Tirk bibe sêwanek û hate gotin:“Divê metna lihevkirina di navbera Iraq û Tirkiyeyê de zelal be û rê nedin ku ew lihevkirin bibe sîwanek ji bo hebûna leşkerî ya neqanûnî yên artêşa Tirk li Iraqê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.