Em li vir in û li vir dibin

În 10 Çile 2025 - 03:00

Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî hemû êrişên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê ku di encamê de 3 şehîd û gelek birîndar çêbûn, xwe gihandin bendava Tişrînê û şeva xwe li wir derbas kirin. Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Firatê Ferhan Îsa di nava şêniyan de ye. Îsa behsa şeva li bendavê kir û got:"Êrişeke dijwar li ser bendavê hebû. Metirsî hebûn ku dewleta Tirk careke din şêniyan bike hedef, lê şêniyan bi coş nobeta xwe girt. Dijmin, her kesê li ser vê axê dimeşe dike hedef. Lewma karwanê şêniyan topbaran kir û di encamê de gelek hevalên me şehîd û birîndar bûn." Bi hezaran pêkahteyên Kurd, Ereb, Suryan ên kantonên Cizîr, Reqa, Tebqa û Firatê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk li ser bendavê û parastina bendavê bikin, berê xwe dabû bendavê. Lê dagirkeran karwanê sivîlan bombebaran kir. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Hec Îsa êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî ya li hember van êrişan û komkujiyên dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmê şermezar kirin û got:"Em li vir in û em ê li vir bin. Em bi gel û biryara wî re ne. Em ê bi şervanên xwe herêm û avahiyên xwe biparêzin. Bi hezaran şêniyên herêmê li bendavê ne. Ez bang li her kesî dikim ku tevlî nobetê bibin."

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.