NÛJIYAN ADAR / ANF / REQA

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Komîteya Jinê ya El Meşlab (Ser bi Civata Jinê ya Zenobiya ye) Kinana Abdo têkildarî wateya Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinên Ereb, tecrîd û komploya navneteweyî ji ANF'ê re axivî. Kinana Abdo anî ziman ku jinên li Reqayê piştî zor û zehmetiyên dema Baasê bi dagirkeriya DAÎŞ'ê re di nava demeke tarî de asê man, kesayeta wan hate qetilkirin û got:"Lê belê dema ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan feraseta neteweya demokratîk belav bû, jin li cewhera xwe vegeriyan, li her qada jiyanê bi rola xwe rabûn, ji aliyê siyasî yan jî leşkerî tevlî kar bûn û fikrê xwe bi tevahiya civakê re parve kir."

Kinana Abdo bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku jin azad bibe civak azad dibe û hemû zincîrên li pêşiya civakê asteng in wê bêne şikandin û got:"Ji ber vê yekê têkîliya di navbera jinan û Rêber Abdullah Ocalan de gelekî xurt e. Rêber Abdullah Ocalan her tim qala azadiya jinê dike, ji ber ku weke em dibînin civak bi azadiya jinê azad dibe."

Kinana Abdo ragihand ku Komploya Navneteweyî ji bo jinên Ereb jî rojeke reş e û got:’’Ji roja dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan û vir ve dixwazin têkiliya me qut bikin. Dewleta Tirk dixwaze têkoşîna Rêber Ocalan bênefes bihêlin. Doza ku Rêber APO da destpêkirin doza Rojhilata Navîn e. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jinên Ereb karîbû xwezaya jinê jinûve nîşan bidin. Lewma weke jinên Ereb, weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê li ser vê rêya Rêberê xwe Abdullah Ocalan bimeşin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan em ê timî li qadan bin û bixebitin."