- Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal ji gelê Kurd xwest bi çalakiyên xwe vê peyamê bide dinyayê: Gelê Kurd wê ti carî tiştekî neerênî qebûl neke. Em ê dinyayê bi serê wan aliyan de bînin xwarê ku ev karê neerênî kirine. Xwe kerr û korkirina li vê yekê, temaşekirina lê, ji bo her kesî tehlûkeyeke gelekî mezin e.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li ser agahidariyên li ser ewlehî û siheta Rêber Abdullah Ocalan got, “Kirinên li dijî Rêber Apo fikaran bi me re çê dikin. Weke gelê Kurd û weke tevger em li ser agir in.” Wî got, divê ew û gelê Kurd bi çalakiyên xwe peyamê bide dinyayê ku ew ê rewşeke neerênî ya li dijî Rêber Apo ti carî qebûl neke.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal da zanîn ku ew fikaran dikin ji ber rewşa rêber Abdullah Ocalan, lewma ev 24 sal in ew di tecrîdê de ye û ev 21 meh in ti agahî jê nayê wergirtin. Di dewamê de wî got, “Serdaneke CPT’ê heye. Daxuyaniyeke wan jî heye, dibêjin, 'me ew dîtin'. Li aliyê din agahiyeke din hatiye ku dibêje, Rêbertî bi wan re hevdîtin nekiriye. Du agahiyên bi hev re nakok. Serdana li Îmraliyê, pêkanînên li dijî Rêber Apo, ji bo gelê me û ji bo tevgera me di asteke welê de ne ku fikarên mezin çê dikin. Weke gel û tevger em li ser agir in”.
CPT û Tirkiye li hev kiriye
Remzî Kartal daxuyaniya manîpulatîf a CPT’ê ya îdîa dikir bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinek kiriye, wiha nirxand: “CPT û hikûmeta AKP’ê yan ji hev re xweş dikin, yan jî li hev kirine. Lewma heta niha ji serdanên CPT'ê yên Îmraliyê ti helwêsteke ku baweriyê bide raya giştî û gelê me dernekete holê. Sîstemeke wan a welê heye ku timî Tirkiyeyê, dewleta elaqedar diparêze. Jixwe qanûn û mewzûatên wan jî bi vî awayî ne. Di hevdîtina li gel wan de jî bersivê ti pirsê nadin. Ji ber wê yekê di navbera CPT û Tirkiyeyê de rewşeke ji hev re hiştinê heye. Di vê mijarê de her rengê dek û dolaban dibe ku hebe. Bi me re fikar, tirs û endîşe hene ku elaqedarî Rêbertiyê dikarin her dek û dolabê bigerînin.”
Dikarin dînîtiyê bikin!
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal îşaret bi daxuyaniya KCK’ê ya “em fikaran dikin li ser saxî û ewlehiya Rêbertiya xwe” kir û got, desthilata AKP'ê ya di pêvajoya hilweşînê de dikare her dînitiyê jî bike: “Ev pêvajo, ya hilweşîna faşîzmê ye. Konsepta wan a leşkerî ya heta îro xwe disipêre îmhayê. Ev konsepta îmhakirinê bêencam bi ser neket. Ji ber vê yekê dest bi bikaranîna sîlehên kîmyewî kirin. Ev jî eşkere nîşan dide ku konseptên wan ên leşkerî û siyasî hilweşiyane. Di warê siyasî û aborî de sîstem di nava pêvajoyeke hilweşînê de ye, dirûxe. Ji bo felata ji vê hilweşînê, sîstem dikare her dînîtiyê bike. Gelê me û tevgera me divê bi vê hestyariyê di vê pêvajoyê de rabin. Ji bo hilneweşe, dibe ku faşîzm hin pêkanîna li Îmraliyê bike.”
Ewrûpa hevkarê sîstema êşkenceyê ye
Kartal cezayên disîplînê yên 6 mehan ên li ser hev ên li Îmraliyê li Ocalan tên birrîn, bi bîr xistin û got, “Di sîstema navneteweyî de tiştekî welê nîne, lê Tirkiyeyê ji xwe re li hev aniye. Nexasim jî CPT û Komîsyona Ewrûpayê, û her kes xwe li kerr û lalbûnê datîne. Sedema vê wêrekiya hikûmeta AKP û MHP'ê helwêsta saziyên weke Komîsyona Ewrûpayê, Yekîtiya Ewrûpayê û NATO'yê ne. Êriş û kirinên Tirkiyeyê li meydanê ne. Sîstema Ewrûpayê ya ku dest wernade van, cezayekî li wan nabirre, di meseleya Îmraliyê de jî tam hevkar e.”
Divê gelê me li ser piyan be
Kartal got, dewleta Tirk wê berdêleke giran bide, heger rewşeke neerênî ya li Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan bide der: “Rêxistinên navneteweyî jî hevkarên vê yekê ne. Ji bo rêxistinên navneteweyî dest werdin pêvajoyê, lazim e her kes û gelê me li ser piyan bin. Li her deverê bi çalakî û biryardariya xwe bikin ku sîstema navneteweyî bikeve nava tevgerê.”
Çalakî wê dewam bikin
Ji bo ku CPT daxuyaniyekê bide elaqedarî Rêber Abdullah Ocalan ji îro û pê ve, çalakiyeke nobetê ya 3 rojan li ber avahiya CPT'yê ya li Strasbourgê dest pê dike. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal got, pêvajo wê bi vê çalakiyê tenê sînordar nebe û wiha dewam kir: “Heta ku em agahiyeke bawerî pê bê ya li ser Rêber Apo bi dest bixin, divê her kes li wê yekê bi pirse, ka ez dikarim çi bikin. Her kes li cihê lê, bi ruhê seferberiyê çalakiyên avakirina raya giştî û çalakiyên welê bikin, yên ku bikin, saziyên navneteweyî zend û bendan vemalin. Divê bi her awayî çalakî û xebatên di warê saziyên çapemeniya navneteweyî, saziyên navneteweyî, partiyên siyasî û raya giştî, werin kirin. Divê, di vê pêvajoyê de em vê peyama hanê bidin sîstema navneteweyî: Gelê Kurd, sazî û dînamîkên ku têkoşîna wî pêk tînin, wê ti carî tiştekî neerênî qebûl nekin. Em ê dinyayê bi serê wan aliyan de bînin xwarê ku ev karê neerênî kirine. Xwe kerr û korkirina li vê yekê, temaşekirina lê, ji bo her kesî tehlûkeyeke gelekî mezin e.”
NAVENDA NÛÇEYAN