Em li benda herkesî ne

Çarşem 29 Adar 2023 - 16:15

MAHMÛT ALTINTAŞ / MA / RIHA

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TÛHAD FED), dan zanîn ku ew ê di çarçoveya çalakiyên ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de daran deynin û çalakiyên cur bi cur li dar bixin û herî dawî jî bi awayekî girseyî Meşa Amarayê li dar bixin. 

Mehmet Ocalan, birayê Rêber Abdullah Ocalan, ji bo rojbûnê her kes vexwand gundê Amarayê ku Rêber Abdullah Ocalan lê hatiye dinê û got; "Em bi hev re rojbûna Serok pîroz bikin." 

Lêgerîna wî ji bo xwebûnê bû

Ocalan destnîşan kir ku lêgerîna Rêber Abdullah Ocalan hebûna wî bûye û got;"Lêgerîneke Serok hebû, dixwest her tiştî bizanibe. Yek ji lêgerîna wî jî; bixwe kurd bû lê diçû dibistanê, bi tirkî dixwend. Wê nakokiyê bandor li ser wî kir. Ji ber wê, lêgerîna wî xwebûn bû. Piştî ku xwe dît, her tişt da gel. Dibêjin lêgerîna Serok çi bû? Serok li xwe digeriya. Ji ber ku hebûna xwe winda kiribû, ji ber ku kurdek bû, lê nedikarî li dibistanê bi kurdî biaxive û fêr bibe. Piştî ku xwe dît, êdî xwebûna ku dîtibû bi vî gelî re parve kir. Her tişt da vî gelî.”
 
Her tişta wî tekoşîn bû

Di dewamê de Ocalan wiha got;"Dema ez li Enqereyê li lêşkeriyê bûm, Serok jî li Enqereyê li zanîngehê bû. Beşa Siyasalê dixwend. Li Enqereyê êdî dest bi têkoşînê kiribû. Rojekê hat serdana min. Di serdanê de ji min re got, me zanîngeh boykot kiriye. Sedema boykotê jî qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî bû. Got me ji bo wan zanîngeh boykot kiriye. Got, îxtîmaleke mezin jî di pêşerojê de wê me bigirin. Ango her tiştê wî têkoşîn bû. Têkoşîna wî jî rastî bû. Ne ji bo kesayeta xwe, ji bo civakê dikir. Di destpêke de li xwe digeriya, piştî ku xwe dît mirovek dikare çi bike ancax dikare van tiştan bike. Wî jî bi her awayî kir.”

Mehmet Ocalan di dawiya axaftina xwe de ji bo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ku di 4'ê Nîsanê de ye her kesî vexwend Amarayê û got;“Ez hemû kesên ku ji Serok hez dikin vedixwînim gundê Serok û mala Serok. Em dixwazin hemû kes were û em bi hev re rojbûna Serok pîroz bikin. Em dixwazin ji her derê û ji her neteweyî mirov werin rojbûna Serok pîroz bikin. Dibe ku dewlet astengiyan derxe. Ev jî tiştekî li dijî demokrasiyê ye.  Yên biçûk û mezin hemû kesan vedixwînin mala Serok.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.