Em kujer nas dikin û dizanin 

Şemî 19 Hezîran 2021 - 05:42

17'ê Hezîranê kujerê bi navê Onur Gencer ku ji hêla dewleta Tirk ve hatî perwerdekirin û li Sûriyê hatî bikaranîn, li Rêxistina Bajêr a Izmîrê ya HDP'ê Deniz Poyraz a 38 salî rehîn girt û paşê kuşt.

12 rêxistinên hiqûqê têkilî vê êrişê daxuyaniya hevpar dan. Di daxuyaniya hevpar de îmzeya Hiqûqnasên Dadê, Piştevaniya Parêzeran, Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnqasên Hevdem (ÇHD), Koma Parêzerên Hevdem, Hiqûqnasên Demokrasiyê, Parêzerên Tevlêkar, Hiqûqa Civakî, Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Parêzerên Dilxwazên Demokrasî û Azadiyê û Weqfa Lêkolandinên Hiqûqê heye.

Rêxistinan di daxuyaniyê de gotin, ''Gefxwarinên bloka desthilatê di serî de li HPD'ê û muxalefetê, û axaftinên berdevkên wan ên di weşanan de ku tê de HDPʼê û muxalefetê terorîze dikin, kuştina Denîzê amade kiriye.''

Di daxuyaniyê de kesên doza girtina HDPʼê dikin têne bi bîr xistin û gotina serekçete Erdogan a weke ''ev hê rojên we yên xweş in'' tê destnîşankirin û tevî van hemûyan qala doza Kobanê tê kirin û tê gotin; ha van kesan kuştina Denîz Poyrazê organîze kirine. Em kujerê di nava dehan polîs re derbasî avahiya HDPʼê bûye, ji komkujiya Garê ya Enqereyê, ji komkujiyên Pirsûs û Amedê û yên din nas dikin û dizanin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.