Em ji jiyana wî bi fikar in

Çarşem 8 Mijdar 2023 - 00:45

Edîtorê beşa erebî yê Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 1`ê Cotmehê ji bo serdana malbata xwe ya li Helebê hatibû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di 25`ê Cotmehê di rêya vegerê de li Deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) yê navbera Rojava-Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hate revandin. 15 roj in agahî ji Ehmed nayê girtin. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) derbarê rewşa Suleyman Ehmed de daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got:

PDK xwedî fikreke qirêj e

“Bi qasî tê famkirin, em bi lîstikek qirêj a PDK’ê re rû bir û ne. Ev rêbaz û pekanîn ne rêbaza rêveberiyek ku ji xwe re bêje ez kurd im e. Eger mirov pênase bike, ev rêbaza hêzên tarî ya JÎTEM’ê ye. Ev nayê qebûlkirin. Li Herêma Kurdistana Federal berê jî bi dehan caran mînakên bi vî rengî pêş ketine. Em bûn şahidên van mînakan. Bi taybetî li dijî rojnamevanan polîtîkayek pir xetar û qirêj tê meşandin. Bi vê rêbaz û van kiryaran azadiya çapemeniyê bin pê dikin. Em ji mînaka rojnamevanên hatin qetilkirin, heta rojnamevanên bi salan di binê zindanê de tên rizandin, dizanin ku PDK’ê û rêveberiya Herêma Kurdistanê xwedî fikreke qirêj e. Ji ber vê yekê em ji jiyana Suleyman Ahmed bi fikar in. Em wekî rojnamevanên ku li Tirkiyeyê gelek caran di aliyê ewlehî û azadiya çapemeniyê de pirsgirêkan dijîn, diyar dikin ku nêzîkatiya PDK’ê ku ji zordariya rêveberiya Tirk ne cudatir e û nayê qebûlkirin.

Tavilê wî berdin

Ji ber vê yekê em bang li Rêveberiya Herêma Kurdistanê dikin; demek beriya demekê der barê aqûbeta rojnamevan Suleyman Ehmed de raya giştî agahdar bikin. Dîsa Ehmed birine ku divê bilez wî serbest berdin. Dijberî vê yekê her çi geşedan û bûyerek neyînî ya di der barê Ehmed de pêş bikeve, dê rêveberiya PDK’ê û Herêma Kurdistanê berpirsiyarê vê yekê be. Bi vê wesîleyê em bang li hemû raya giştî û ya cîhanê dikin ku li dijî vê pêkanîna PDK’ê ya li dijî Suleyman Ehmed de bêdeng neminin û helwestê nîşan bidin.”

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.