Em ji bo Ocalan li Amedê bicivin

Duşem 30 Îlon 2024 - 02:45

Yadê Afîfe Kartal, çalakgera ‘Deng bide azadiyê’ diyar kir li gel ku ew nexweş e jî ew ê xwe bigihîne çalakiya Mîtînga Azadiyê ya Amedê û bang kir ji bo azadiya Ocalan divê her kes wê li rojê li qadê be û ew ê ji cîhanê re ragihînin ku ew azadiyê ji Rêberê xwe re dixwazin.

Dayikên Nobeda Dadê serê du heftiyan carekê rojên Duşeman bi armanca ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan rabe û dawî li binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê rabe  têne cem hevû û çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ dikin dikin.

Ji dayikan Afîfe Kartal, çalakgera çalakiya ‘Deng bide azadiyê’, dayika girtî Muhammed Karal derheqê Mîtînga Azadiyê ku wê 13’ê Cotmehê li Amedê çêbibe û tê payin bi sed hezaran kes tev lê bibin, armanca çalakiyê weke bidawîkirina tecrîdê û ‘’mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan e’’. Yadê Afîfe got,’’Em bang li cîhanê dikin; tecrîdê bi dawî bike.’’

Em li ser rêça Ocalan in

Yadê Afîfe êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser çand û zimanê Kurdî bi bîr xist, diyar kir, dewleta Tirk êrîşên tîne ser her tiştê wan ji bo ku ew li ser şopa doza Rêber Abdullah Ocalan dimeşin û got,"Zarokên me li ser şopa wî canê xwe feda kirine. Ew Rêberê 50 mîlyon Kurdî ye. Bila tecrîd bi dawî bibe; gelê Kurd û Rêberê wan bigihêjin hev. Eger Birêz Ocalan biaxive, ciwanên me wê nemirin, xwezaya me wê neyê talankirin, krîz û şer wê bi dawî bibin.’’

Banga tevlêbûnê ya li Mîtînga Azadiyê

Yadê Afîfe, anî zimên her Kurdê xwedî rûmet divê li ber tecrîdê rabe, dengê xwe bilind bike û bang li tevahiya Kurdan kir ku 13’ê Cotmehê biherikin Amedê û bi dirûşma,’’Divê em li dijî tecride dengê xwe bilind bikn’’ tevlî Mîtînga Azadiyê bibe.

Dewleta dijminatiyê dike

Yadê Afîfe rewşa tendiristiyê ya girtiyên nexweş bi bîr xist, xwest ku girtiyên nexweş demildest werin berdan, her wiha xwest ku girtiyên ku cezayên wan qediyaya bêne berdan. Yadê Afîfe diyar kir dewleta Tirk dijminatiyê li Kurdan dike, ew 2 caran anjiyo bûye, tiliyên linge wê ji ber nexweşiya şekir parçe bûne, nikare bimeşe jî lê dîsa jî ew ê dev ji çalakiyê neqere.

Em ji bo Ocalan werin cem hev

Yadê Afîfe anî zimên heke îro em dengê xwe bilind nekin wê sibe kes dengê xwe bilind neke. Divê Kurd bibin yek, li ber tecrîdê û neheqiyê rabin, xwedî li têkoşîna xwe derkevin û got,’’ Di 13'ê Cotmehê de li Amedê mîtînga li dijî tecrîdê heye. Em dixwazin aştiyeke bi rûmet bê Kurdistana me. Bila dilê me êdî neşewite. Bila dilê dijminên Kurdan êdî bişewite. Ez pere naxwazim, malê dinyayê naxwazim, em feqîr bin, birçî bin lê belê bi Birêz Ocalan re bigihêjin hev, 4 parçeyên Kurdistanê bila bibe yek, aştî bê, zarokên me ji girtîgehê derkevin. Di mîtîngê de jî em ê ji bo vê yekê dengê xwe bilind bikin."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.